Çalakiya 'Deng bide azadiyê': Çareserî Îmrali ye 2024-08-02 16:19:20     WAN - Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku di çarçoveya çalakiya "Deng bide azadiyê" ya bi pêşengiya TUHAY-DER'ê hat lidarxistin de hat destnîşankirin ku welat veguheriye girtîgeheke vekirî û careke din hate diyarkirin ku navnîşana çareseriyê Îmrali ye.     Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re (TUHAY-DER) a WANÊ  û xizmên girtiyan, di çarçoveya çalakiya "Dawî li tecrîdê bîne" de li ber avahiya Rêxistina Navçeya Reya Armûşê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Deng bidin girtîgehan" hatin hilgirtin, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Harûn Okay, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Wanê Mahmut Dîndar, Zulkuf Uçar, Sînan Çîftyûrek. Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tevlî bûn.   Daxuyanî ji aliyê rêveberê DBP'ê yê navçeya Tuşbayê Emîn Bagtur ve hat xwendin.   'Her girtîgeha nû ku tê vekirin îşkence ye'   Emîn diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi kodên salên 90’î nêzî pirsgirêka Kurd, zimanê Kurdî û rastiya Kurdistanê dibe û got, “Di nava meheke dawî de zêdetirî 30 kes di çarçoveya êrîşên li dijî tecrîdê de hatine sewqkirin. Ev nêzîkatiya ku ciwanên Kurd bi şert û mercên binçavkirinê yên derqanûnî, bi rêbazên îşkenceya nîjadperest krîmînalîze dike, zîhniyeta ku ev welat winda kiriye. Heger îro Tirkiye sedsalekê li paş maye, ji ber ku ev sed sal in tu çareserî ji pirsgirêka kurd re nehatiye dîtinê ye. Hikûmeta AKP'ê ya ku îro li cîhanê faîza herî zêde dide, berdêla vê yekê gelên Tirkiyeyê dide. Rastiya ku divê her kes bizanibe ev e; Her girtîgehek nû tê vekirin, tê wateya siberoja dizî, bêkarî, xizanî, zilm û îşkence yê. Hikûmeta AKP'ê ya ku welat veguherandiye girtîgeheke vekirî, keda gel îstîsmar dike û bi polîtîkayên tecrîd, zext, pevçûn û şer xerc dike."   'Serlêdanên dubare hatin redkirin'   Emîn, anî ziman ku tecrîd û îşkenceya li Îmraliyê bê hiqûqî ye û diyar kir ku bi deh hezaran kes bi gotina "Îmralî mifteya çareseriyê ye." Birêz Abdullah Ocalan di 25’ê Adara 2021’an de 397 jê parêzer û 177 jî malbat bi giştî 574 serlêdan li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê kiribûn. Di nava vê hefteyê de jî daxwazên nû yên hevdîtina parêzer û malbatê hatin kirin. Lê belê ev hemû serlêdan an bêbersiv hatin hiştin an jî bi 'cezayên dîsîplînê' bêyî hincetek diyarkirî hatin redkirin."     Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê û qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.