OHD: Li girtîgehan mafê tendirustiyê tê binpêkirin 2024-08-02 16:06:00     ENQERE - OHD’ê rapora binpêkirinên mafên tenduristiyê yên li girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn parve kir û xwest ku di mijara dayina rapora “dikare/nikare di girtîgehê de bimîne” de ATK tekane meqama biryardayînê nebe.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafên di qada tenduristiyê de li girtîgehên Tirkiyeyê tên jiyîn li avahiya xwe parve kir. Endama OHD’ê Dîlan Denîzhan, da zanîn ku malbatên girtiyên li girtîgehên Anatoliyaya Navîn tên ragirtin her roj serî li wan didin. Dîlanê, got ku rapora wan tenê 6 mehên ewil ên îsal digire nav xwe. Dîlanê, diyar kir ku agahiyên di dema serdanên girtîgehên Yozgat, Kirşehîr û Afyonkarahîsarê de û agahiyên Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parve kirin jî di raporê de cih girtine.    Dîlanê, diyar kir ku girtiyan destnîşan kirine ku li odeyên yekkesî tên ragirtin, hewadarî hevpar nîne û ev agahî parve kir: “Saetên hewşê li dijî mewzûatê ne. Di odeyên Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Sîncanê berê paceyan dikeve qadeke vala ya dişibe valahiya apartmanê, li hucreyan pace bi hesin û elekê hatiye girtin, pêkan nîne ku asîman were dîtin û roj li hucreyê naxe. Di heman demê de li van girtîgehan kamerayên ku odeyên girtiyan dişopînin hene û bi vê yekê re mudaxileyî jiyana taybet a girtiyan tê kirin.”   Tahliye tên taloqkirin   Bi domdarî hat gotin ku tehliyeyên girtiyan tên taloqkirin û ev agahî hatin parvekirin: “Em bang dikin ku di vê mijarê de qanûnên tehliyeyan hêsantir dikin bên çêkirin. Divê di biryarên ji ber nexweşiyê taloqkirina înfazkirina cezayê de krîtera ‘hikûmxwarê ku ji bo ewlehiya civakê û xetereyên şênber nabin talûke’ were rakirin. Divê pêşî li cihêkariya di navbera cureyên sûc de bê girtin. Divê di mijara tehliyeyê ji ber nexweşiyên giran, astengdarî û kalbûnê de ATK tekane meqama biryardayînê nebe. Hewceye rayeyê bidin nexweşxaneyên dewletê yên teşekûla wan tam û nexweşxaneyên perwerde-lêkolînê ku bikarin rapora ‘dikare/nikare di girtîgehê de bimîne’ bidin. Hewceye sepana lêgerîna nava dev ku li dijî rûmeta mirovahiyê ye û usûlên din ên qedexe yên lêgerînê bên bidawîkirin. Hewceya girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyê bên kirin.”    'Divê cendirme nekevin muayeneyê'    Dîlanê, bi domdarî ev daxwaz rêz kir: “Divê li gorî daxwaza girtiyan, girtî bikarin sewqî nexweşxaneyên deverên cuda yên ku dê lê baş bên tedawîkirin. Divê ev daxwaz bi hincetên keyfî neyên redkirin û vehêlandin. Divê di dema muayeneyê de cendirme li wir nebin, kelemçeyê nexin destê girtiyan, mehremiyeta girtiyên nexweş were parastin, li gorî rûmeta mirovahiyê bên tedawîkirin. Divê girtî bikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê yên herî baş. Divê li girtîgehan bi qasî tê xwestin bijîşk, bijîşkên diranan, hemşîre, teknîsyenên tenduristiyê, psîkolog/şêwirmendên psîkolojîk û xebatkarên civakî hebin.”