Ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî çalakÎ hat lidarxistin 2024-08-02 14:49:43     NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Munchen ê Elmanyayê bi armanca protestokirina cezayên îdamê yên li Paxşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî hatine birîn, çalakiyek hate lidarxistin.   Çalakî di 1’ê Tebaxê de ji aliyê Komeleya Xaziyên Jin Jiyan Azadiyê ya Munchenê hate organîzekirin û Komeleya Çanda Kurd jî  piştgirî da çalakiyê.   Protesto bi armanca şermezarkirina cezayên îdamê yên li aktîvîsta mafparêz û rojnameger Pexşan Ezîzî û aktîvîst Şerîfe Muhammedî hatine birîn û bi daxwaza betalkirina biryara van cezayan hate lidarxistin.   Di çalakiyê de hate diyarkirin ku divê cîhan di vê mijarê de baldartir be. Her wiha kesên beşdarî çalakiyê bûn gelek caran dirûşmeyên; ‘’Bila Bimire Dewleta Îranê’’, ‘’Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor’’ û ‘’Jin Jiyan Azadî’’ berz kirin.   Di 23’yê Tîrmehê de li Pexşan Ezîzî û di 4’ê Tîrmehê de li Şerîfe Muhammedî cezayê îdamê hatibûn birîn. Her du jin jî di dema binçavkirinê ya bi hefteyan de bi êşkenceyên giran û sepanên dermirovî re rû bi rû mabûn.   Xwepêşanderan destnîşan kirin ku divê civaka navneteweyî li dijî binpêkirinên mafan ên li Îranê hîn bi hesas be û diyar kirin ku ew ê li hemberî her cure bêedaletiyan dengê xwe bilindtir bikin.