'Kurdan tu carî dev ji ziman û çanda xwe berneda' 2024-08-02 10:49:00     AMED - Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray bal kişand ser bêtehemuluya dewletê ya li hemberî zimanê Kurdî û wiha got:"Dewlet bi astengkirina zimanê kurdî û govendê dixwaza hêza xwe nîşan bide. Dibêjin 'Hûn nikarin bêyî me tiştekî bikin, em çi bêjin hûn ê wê bikin'. Lê belê kurdan tu carî dev ji ziman û çanda xwe berneda."   Nivîsên "Pêşî Peya","Hêdî" yên ji aliyê şaredariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi biryara Wezareta Naxweyî tên reşkirin. Her wiha kesên bi stranên Kurdî govendê digerînin tên girtin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Sultan Yaray tiştên di pêvajoya dawî de nirxand.    'Kurdan li berxwe dan'   Sultanê da zanîn ev berdewamiya polîtîkayên tunekirinê ye û wiha got:"Ev êrişana îro dest pê nekiriye. Tu netew ne bê ziman in. Ziman bingeha neteweyekî ye, bingeha hebûnê ye. Dixwazin civaka kurd biqedînin û asîmîle bikin bi salan e vê konseptê didin meşandin. Ji bo hinek gelên dinê jî em dikarin heman tiştî bêjin. Laz, Ermeni, Çerkez, Arnavut û gelên dinê jî tê xwestin ji nasnameya xwe bê dûrxistin û dixwazin bikin Tirkiyeyî. Lê belê kurdan tevî hemû zext û astengiyan jî li berxwe dan, ev tişte qebûl nekirin. Kurd dev ji ziman, çand û bîra xwe bernadin. Dixwazin bi ziman û çanda xwe li ser axa xwe bijîn."   'Kurdan tu carî dev ji zimanên xwe bernedan'   Sultanê bi lêv kir ku polîtîkayên dewletê yên tên sepandin ji bo jidûrxistina nasnameya Gelê Kurd e, dixwazin bi van polîtîkayana kurd ji bîra xwe dûr bikevin û wiha pê de çû:"Dixwazin kurdan bi girtinê bi girtîgehê bitirsînin. Lê ew jî dizanin ku kurd jî tu carî dev ji zimanê xwe bernadin. Çimkî Kurdî ne zimanekî nû ye zimanekî gelekî dewlemend e bi hezar salan dîroka zimanê Kurdî heye. Me dît ku gelek stranên Kurdî wergerandina zimanê Tirkî. Zimanê Kurdî dewlemend de bi girtin û zextê naqede. AKP û MHP dema dikeve nava tengasiyê êrişî kurdan û zimanên wan dikin."   'Tecrîd her kûr dibe zext zêde dibin'   Sultanê da zanîn ku nêzî 45 milyon kurd li vî welatî dijîn û wiha got:"Wê meheke dinê dibistan vebin. Wê zarok zimanê Kurdî wekî zimanê bijartî hilbijêrin lê belê wê ji bo serlêdanê formê nebînin. Yan jî dibêjin em mamosteyan nabînin. Yanî di her fersendê de dixwazin zimanê Kurdî biqedînin. Ji bo zimanê Kurdî tehemula wan nemaye. Em vê yekê ji mînaka tayinkirina qeyûman dibînin. Ev tiştana bi tecrîdê re girêdayî ne. Dema tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan kûr dibe tecrîda li ser ziman jî pêk tê. Tecrîd her kûr dibe zext zêde dibin."   'Govend ji bo kurdan terapî ye'   Sultanê bi lêv kir ku kesên govendê digerînin, zimanê xwe diaxivin û kesên mafên xwe yên demokratîk bi kar tînin li ber çavên dewletê sûcdar in û wiha pê de çû:"Di demên dawî de gerandina govenda kurdan jî bûye sûc. Lê belê kurd govendê ji bo xwe wekî terapiyê dibînin. Tevî hemû şertên dijwar jî kurd govendê digerînin. Ev nîşan dide ku kurd çawa girêdayî govenda xwe ne. Dewlet bi astengkirina zimanê kurdî û govendê dixwaza hêza xwe nîşan bide. Dibêjin 'Hûn nikarin bêyî me tiştekî bikin, em çi bêjin hûn ê wê bikin'. Lê belê kurdan tu carî dev ji ziman û çanda xwe berneda."   'Hemû polîtîka ji bo çewisandina kurdan e'   Sultanê anî ziman ku hemû polîtîka ji bo çewisandina kurdan e û wiha bi dawî kir:"Dema em li tiştên tên sepandin dinêrin em dibînin ku ev jî dewamiya şer e. Li Rojava li Başûr kurd di nava şer de ne. Dema AKP MHP dikeve tengasiyê dibêje 'guleyek hûn dizanin bi çi qasî ye'. Hemû polîtîka ji bo çewisandina kurdan e."