Girtinên ji ber govendê hatin şermezarkirin 2024-08-01 22:36:59   ENQERE - Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê der barê êrîş û girtinên li dijî dîlanan ên kurdî de daxuyaniyeke çapemeniyê da û got: “Em Bernadîn vê Dîlanê   Çalakî û nerazîbûnên li dijî bêtehamuliya li hemberî ziman û çanda kurdî berdewam dikin. Polîsan destûr nedan Hêzên Ked û Demokrasiyê yên ku îro li Kolana Sakaryayê ji bo daxuyaniya çapemeniyê bên cem hev, piştî daxuyaniya çapemeniyê polîsan destûr neda govendê bigirin.   Koma ku di nav de hevserokên bajêr ên DEM Partiyê  Fatîn Kanat û Tatlîgul Gul jî di nav de li ber avahiya DEM Partiyêb hatin gel hev û xwestin ji wir heta Kolana Sakaryayê bimeşin. Li gel ku polîsan hewl da meşê asteng bikin jî girseya gel li Kolana Sakaryayê piştî demekê sekinî û daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî ji alyê Fastma Kanat ve hat xwendin,   Daxuyanî bi dirûşan  bi dawî bû.