Ji baroyan daxuyanî: Kurdî zimanê bi milyonan e 2024-08-01 14:51:18     AMED - 15 baroyên li dijî jêbirina nivîsên hişyariyê yên trafîkê yên bi kurdî daxuyanî dan û wiha gotin: “Ev nêzîkatiya bextreş a li dijî hebûn û zimanê milyonan welatiyên li welatê me dijîn, şêweyekî bêtehamulîyê bêhtir tiştekî din nîn e.”   15 baro bi daxuyaniya nivîskî bertek nîşanî jêbirina nivîsên hişyariyê yên tirafîkê “Hêdî” û “Pêşî Peya” yên bi zimanê kurdî dan. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êriş nîşaneya bêtehamuliya hebûn û çanda kurdan e.    Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Tê zanîn ku çend rojên dawî de li Amed, Wan, Mêrdîn û Êlihê nivîsên hişyariyê yên trafîkê ku şaredariyên ji wan deran jê berpirsyar in nivîsandine, di bin çavdêriya polîsan de ji hêla kesên sivîl an jî peywirdarên midûriyeta riyên bejahiyê tên jêkirin. Rêgezên trafîkê ji bo pêkanîna ewlehiya can û mal a welatiyan e û ev rêgez her kesekî eleqedar dikin. Tu astengî li pêşiya nivîsandina zimanên derveyî zimanê tirkî nîn e. Li herêmekî bi zimanê zikmakî nivîsandina nivîsên hişyariyê yên trafîkê, derveyî armanca vesazkirinê nîn e. Herwiha ji bo ewlehiya trafîkê ya tê xwestin sûdewer e.”    Di daaxuyaniyê de hat gotin ku êrişên li dijî kurdî tên kirin zirarê dide aştiya civakî û wiha dom kir: “Ev nêzîkatiya bextreş a li dijî hebûn û zimanê milyonan welatiyên li welatê me dijîn, şêweyekî bêtehamulîyê bêhtir tiştekî din nîn e. Em wek baroyên li jêr navên wan hatine nivîsandin bang dikin ku dest ji van sepanên zirarê didin aştiya civakî, were berdan û derbarê kesên van sepanan pêk tînin bila lêpirsînekî îdarî û adîlane were meşandin.    Baroyên Îmzevan: Baroya Semsûrê, Baroya Agiriyê, Baroya Êlihê, Baroya Çewlîgê, Baroya Bedlîsê, Baroya Dêrsimê, Baroya Amedê , Baroya Colemêrgê, Baroya Qêrsê, Baroya Mêrdînê, Baroya Mûşê, Baroya Sêrtê, Baroya Rihayê, Baroya  Şirnexê û Baroya Wanê.