Ji rojnamegera Îranî ji bo Pexşanê: Aliyekî min li gel we ma 2024-08-01 12:46:51     NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Dîna Galibaf ku demekê li gel Nesîm, Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî yên di girtîgeha Êvînê de mabû, ji bo Pexşan Ezîzî ku ji aliyê Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, gotarek nivîsand.    Rojnamevana Îranî Dîna Galibaf derbarê mayîna xwe ya li Girtîgeha Êvînê ya bi Nesîm, Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî re gotarek nivîsand.   Gotara ku Dînayê nivîsî û jiROJNEWS’ê re şand wiha ye:     Piraniya şevan ez xewnên tevlihev dibînim. Di xewna min de asîman ji çiyayên girtîgeha Êvînê zelal tê dîtin. Dîtina vê dîmenê di xewna min de xweş e; wek ku dibêjî qey hîn jî dikarim mîna wê rojê hest bi kêfxweşî bikim, roja ku ji binçavgeha Şapûrê ji bo zindana Êvînê hatim veguhastin. Di xewna min de, gava ez diketim hewşê, wekî roja yekem ez bi Pexşan û Nesîmê re volêybolê dilîzim. Werziş hişê herkesî bêhtir aram dike, hişê Nesîmê ji hemûyan zêdetir.   Di xewna min de dîsa êşa rûviyê dijîm, lê Werîşe li ser serê min dibînim ku bi zeyta zeytûnê zikê min mesaj dike. Tevgera dayîkane ya Werîşe di hişê min de hatiye çespandin û tu kes nikare wê jê bibe. Carinan di xewn de ji ber hêrsê ez digirîm; rûyê Werîşe tê bîra min ku roja ku azadiya min xwendin, nobedaran li ser serê wê girt û destê wê badabû.   Wê rojê, piştî ku me Werîşe, ya ku tûşî streseke giran bûbû, bir ser nivîna wê, ji ber hêrsê ez li hewşa girtîgehê dimeşiyam û min difikirî ka ez çiqas dikarim çûyîna xwe dirêj bikim, da ku ez piştrast bibim ku rewşa Werîşê baştir bûye û ezabê wijdanê destên xwe ji gewriya Semaneyê hilanîne?   Di xewna min de ez bi telefonê bi dayika xwe re diaxivim. Ez jê re dibêjim ku em xwarina girtîgehê naxwin, ji ber ku her car Nesîm hêrs dibe, ew xweştirîn qorme sebziya dinyayê çêdike. Ez ji girtîgehê azad bûm, lê her carê ku ez bi xewnên xwe, xwe dîsa di girtîgehê de dibînim, gotina Nesîmê di guhê min de dizivire: “Parêzer got ku dadger şûr ji kalan kişandiye, dixwaze biryara îdamê bide.”   Ez ji girtîgehê azad bûm, lê ji wê rojê ve di xewnên tevlihev ên şevane de ez Pexşanê dibînim ku li ber masa pîng pongê peykerê ‘dayikê’ bi destên xwe şikil dide, em volêybolê dilîzin û ew cara yekem navê ‘Şîler’, wê jina qehreman a Kurd, bi min dide nasîn. Jineke ku berî hevdîtina bi Pexşanê re min navê wê jî nebihîstibû û paşê min fêm kir ku çîroka bi keder a heman jina Kurd bû ku jinên Kurdistanê ji bo Jînayê şand kolanan.   Ez ji girtîgehê azad bûm, lê beşek ji min li cem Nesîm, Pexşan û Werîşe ma. Li hewşa girtîgehê ji dûr ve Pexşanê temaşe dike ku alîkariya keça cihû dike ya ku ji nexweşiya epilepsiyê êş dikişîne; tevî hemû cudahiyên ku di nêrînên wan de hene. Beşek ji min her tim di fikra mirinê de û di têkoşîna li dijî îdamê de ma, bi Pexşanê re di bêdengiyê de û ji bo Werîşe greva birçîbûnê kir û niha ji bo tenê gunehên hevalbendan ên wek ‘Kurdbûn’ û ‘Jinbûnê’ hêsiran dibarîne.