Hevseroka HDP'ê hat girtin 2024-08-01 11:02:22     MÊRDÎN - Hevseroka berê ya HDP'ê ya navçeya Kerboranê Hatîce Gevcan ji ber cezayê hat erêkirin, hat girtin.   Hevseroka berê ya navçeyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hatîce Gevcan ku danê sibê li taxa Xelîla ya navçeya Kerboran a Mêrdînê ji aliyê cendirmeyan ve bi ser mala wê de hat girtin ji ber cezayê hat erêkirin hat girtin.    Hatîce ya ku di dosyayekê de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn û cezayê wê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, sewqî Edliyeya Kerboranê hat kirin. Hatîce ya ku sewqî Edliyeya Cezaya Sulhê ya Kerboranê hat kirin piştî ku biryar li rûyê wê hat xwendin hat girtin û şandin girtîgehê.