Eren Keskîn: Desthilatdarî û muxalefet ji heman ferasetê xwedî dibin 2024-08-01 09:05:29     Rabîa Onver   COLEMÊRG - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet yên salên 90’î didomin û wiha got: “Mijara me ya esas a vê erdnîgariyê ev e, desthilatdarî û muxalefet ji heman ferasetê xwedî dibin.”   Di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet a li Kurdistanê argumanên dewletê her diçin pêş dikevin û yên lê zêde dibin. Bi taybet li hember jin û zarokan sûc zêde dibin. Yek ji bajarê ku polîtîkayên şerê taybet lê tê jiyîn Colemêrg e. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn polîtîkayên şerê taybet ê li Kurdistan û Tirkiyeyê nirxand.   Erdnîgarî bê çareserî hat hiştin   Erenê da zanîn ku wek parêzvanên mafê mirovan, zirarên polîtîkayên şerê taybet ên salên 90’î dîtine û pirsgirêka Kurd bê çareserî hatiye hiştin. Erenê wiha got: “Me wek rêxistin ev jiya. Rêveberên me hatin qetilkirin. Şaxên me hatin bombebarankirin. Mirov hatin windakirin. Vê erdnîgariyê giran jiya. Ev polîtîka neçareseriyê jî tîne. Me ev di pêvajoya aştiyê de jî jiya. Ev erdnîgarî bê çareserî hat hiştin.”   ‘Heta pirsgirêka Kurd neyê nîqaşkirin birçîbûn nikare bê nîqaşkirin’   Erenê daxuyakirin ku polîtîkayên şerê taybet, ji tundiya li hember jinê heta polîtîkayên qeyûm gelek tiştî dihewîne û wiha pê de çû: “Berdewamiya vê polîtîkayên wek birçîbûn li gel vedigere. Îro heta ku pirsgirêka kurd neyê nîqaşkirin birçîbûn nikare bê nîqaşkirin. Gel mahkumê birçîbûnê hatiye hiştin. Muxalefet jî êdî vê nayne ziman. Sendîka jî baş naynin ziman. Ciwanan ji ber govend gerandin Kurdî stran gotin hatin girtin. Herî dawî welatî ji ber gerandina govendê hatin girtin. Ev parçeyek polîtîkaya şer e.”   ‘Ji bo me hemûyan xetere ye’   Erenê her wiha balkişand ser tundî û destdirêjiya li hember jinan û got ev parçeyek polîtîkaya şer e û wiha dirêjî dayê: “Li vî welatî heta ku ev polîtîka hebin wê birçîbûn bidome û otorîterî bidome. Hebûna van globalbûnan wê hebin. Ev ji bo me hemûyan xetere ye. Mijara me ya esas a vê erdnîgariyê ev e, desthilatdarî û muxalefet ji heman ferasetê xwedî dibin.”