Di doza ‘îstîsmarê ya Pasûrê’ de îstînafê biryara beratê li gorî hiqûqê dît 2024-08-01 09:03:24     Şehrîban Aslan   AMED - Di doza ku di rayagiştî de wek ‘Doza Îstîsmarê ya Pasûrê’ tê zanîn û bi salan e didome biryara beratê hatibû dayîn û li dijî vê îtîraz hatibû kirin û îstînafê ev red kiribû. Dosya ji bo temyîzê şandin dadgeriyê.   Li Pasûr a Amedê di navbera 13’ê hezîrana 2014 û 21’ê Adara 2015’an de 21 mêrî bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zarokekê kiribû û li ser gilîkirina zarokê doz hatibû vekirin. Rûniştina biryarê di 28’ê îlona 2023’an de li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.  Der barê gumanbar Bayram Baran, Raydin Eren, Bunyamin Can, Emrah Zengin, Erhan Oruç, Ersîn Şahîn, Mehmet Şahîn, Mustafa Şahîn, Fuat Gulsun, Huseyin Çelîk, Mehmet Kara, Mehmet Taş, Melik Seyitvan, Akif Kahraman, Mustafa Yildiz, Yakup Alu, Selahattin Avci, Serhat Eren, Ugur Kahraman, Yucel Akdenizû Mustafa Altın de bi îdiaya ‘delîl qels in’ biryara beratê hat dayîn.   Piştî biryara hat dayîn dadgehê biryara xwe li ser vê aşkera kir.   Serlêdana ÎHD’ê hat redkirin   Parêzerên Zarokê, Komeleya Mafê Mirovan a Amedê (ÎHD) biryar birin îstînafê. 7’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliya Herêmî ya Amedê, bi hinceta ‘raste rast ji bûyerê zirar nedîtiye’ serlêdana ÎHD’ê red kir.   Îstînafê di biryara der barê gumanbaran de hatiye dayîn de tiştekî dijberê hiqûqê nedît. Dosya ji bo temyîzê şandin dadgeriyê.