Li Êlihê welatiyan nivîsên hişyariyê yên kurdî ji nû de nivîsandin 2024-07-31 16:43:23   ÊLIH - Welatiyên Êlihê nivîsên bi kurdî yên bi hevkariya polîsan hatin jêbirin dîsa nivîsandin.   Nivîsên hişyariyê yên trafîkê yên bi kurdî (Pêşî Peya /Hêdî) li ser fermana Wezareta Karên Hundir, hatin jêbirin. Yek ji wan bajaran jî Êlih bû û xelkê Êlihê ev nivîs dîsa nivîsandin. Şaredariya Êlihê ji bo pêşîlêgirtina qezayan û ji bo hişyarkirina welatiyan, li gelek cadeyan nivîsên “Pêşî Peya” û “Hêdî” nivîsandibû. Ev nivîs duh bi hevkariya polîsan, ji hêla xebatkarên Midûriyeta Giştî ya Rêbejê ve hatin jêbirin. Nivîs, di saetên serê sibehê de dîsa ji hêla şaredariyê ve hatin nivîsandin. Nivîs îro jî hatin jêbirin. Xebatkarên midûriyetê tevî polîsan hatin pêşiya şaredariyê , bi lez û bez nivîsên bi kurdî jêbirin û ji wir çûn.    Hevşaredara Êlihê Sonuk, Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu, endamên meclisa şaredariyê, rêxistinên DBP û DEM Partiyê û gelek welatî li ser vê yekê hatin cihê nivîs jê hatine birin. Welatiyên ku di demekî kin de li cihê bûyerê kom bûn, strana “Zimanê kurdî” striyan û gelek caran dirûşma “Zimanê me rûmeta me ye” berz kirin. Welatiyan, nivîsên bi kurdî yên ji hêla polîsan ve hatin jêbirin dîsa nivîsandin.    Hevşaredar Sonuk li vir daxuyanî da û got ku li dijî çand û zimanê kurdî êriş her ku diçe zêdetir dibin. Sonuk, ev tişt anî ziman: “Ji ewil êrişî govendên me kirin û niha jî êrişî nivîsên bi kurdî dikin. Dema vê dikin jî hinceteke hiqûqî nîşan nadin. Bi şev ranezane û hatine nivîs jêbirine. Me têkildarî cihê ku bûbû sedema mirina 4 kesan bang li Midûriyeta Rêbejê kiribû û jê xwestibû ku bibin alîkar ku em çareseriyekê pêş bixin. Lê wan di saetên şevê de êrişî zimanê kurdî kirin. Mirina mirovan xewa wan naverevîne lê kurdî vedirevîne. Lê bila vê baş bizanin ku em ê tu caran di mijara ziman, çand û nasnameya xwe de paşvegavê neavêjin.”    Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk jî got ku walî li şûna peywira xwe ya esasî bike, êrişî kurdî dike. Tekîk, wiha bi dawî kir: “Ev yek dijminatiya wan a li hemberî kurdan nîşan dide. Heta du roj berê jî ji ber ku tevdîr nehatin girtin, 4 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Li şûna tevdîran bigire, Midûriyeta Rêbejê tê nivîsan jê dibe.”