Li Wanê ji bo 11 kesan daxwaza girtinê 2024-07-31 15:29:46     WAN - Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê Veysî Dîlekçî û Gulşen Kûrt jî di nav de 11 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.    Roja pêş li Wanê tevî hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Wanê Veysî Dîlekçî û Gulşen Kûrt jî di nav de 14 kes di serdagirtina malan de hatin binçavkirin. 14 kesên karûbarê îfadeya wan qediyane, sewqî edliyeyê hatin kirin. 11 kes bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” sewqî dozgeriyê hatin kirin.    Dozgerî Osman Gerçeklî û Munîfer Koçak Hazal Suerê bi şertê kontrola edlî, Edem Onat, Ercan Erkol, Fazil Nûmaş, Hanim Kaya, Veysî Dîlekçî, Orhan Bayram, Selma Cîntan, Tarik Artîm, Gulşen Kûrt, Ayşe Mînaz û Aynûr Sarica bi daxwaza girtinê Sewqî Dadgeriya Sûlh Cezayê kirin.