Ji ser dîwarê walîtiyê bersiv da: Pêşî kurdî pêşî ziman! 2024-07-31 14:03:21     ÊLIH - Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncû bertek nîşanî jêkirina nivîsên hişyariyê yên kurdî da û bi ser dîwarê walîtiyê nivîsa “Pêşî kurdî pêşî ziman” nivîsand.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Êlihê Zeynep Odûncû bertek nîşanî jêbirina nivîsên hişyariyê yên bi kurdî da û bi boyaxa spreyê li ser dîwarê Walitiya Êlihê “Pêşî kurdî, pêşî ziman” nivîsand.    Zeynepê wiha axivî: “Ziman û çanda me di bin êrişan de ye. Zimanê me kurdî ye, em ê her tim xwedî li ziman û çanda xwe derbikevin. Hûn ê tu caran nikaribin ziman û çanda me tune bikin.”