Nivîsên hişyariyê yên bi kurdî bi fermana wezaretê hatine jêbirin 2024-07-31 13:20:28   WAN - Derket holê ku nivîsên bi kurdî yên hişyariyê yên li Wanê bi fermana Wezareta Karên Hundir hatine jêbirin. Ji bo ku nivîsên bi kurdî neyên nivîsandin, ên bi tirkî jî hatin jêbirin.   Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo ewlehiya welatiyan, li ser gelek cadeyan nivîsên hişyariyê yên bi kurdî yên “Pêşî Peya” û “Hêdî” nivîsandibû. Zarokekî 16 salî ku piştî bi polîs û parêzerê xwe re şêwirî ev nivîs texrîb kirî û li ser “Tirkiye tirk e, dê tirk bimîne”, walîtî ketin nava liv û tevgerê. Piştî Amed, Mêrdîn/Kerboran û Êlihê, li Wanê jî nivîsên bi kurdî hatin jêbirin.    Derket holê ku ev nivîs li ser fermana Wezareta Karên Hundir hatine jêbirin. Walîtiya Wanê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê re nivîsek şand û bal kişand ser nivîsa Wezareta Karên Hundir a di 26’ê tîrmehê de hatiye şandin. Di nivîsê de qanûnên Midûriyeta Giştî ya Rêbejê hatiye bibîrxistin û hat xwestin ku nivîs bên jêbirin. Şaredariyan jî jê re gotin ku dê nivîs neyên jêbirin.    Komên girêdayî Midûriyeta Giştî ya Rêbejê li ser fermana walîtiyê biryar da ku nivîsên bi kurdî bên jêbirin. Komên midûriyetê nivîsên bi kurdî yên “Pêşî Peya” bi boyaxa zer girt. Koman, li gel nivîsên kurdî her wiha yên bi tirkî jî bi boyaxê girtin. Bêtehemûliya li hemberî kurdî, nivîsên hişyariyê yên bi tirkî jî dan jêbirin.