YRJ û YRA: Em ê bi pênûsa xwe bibin dengê girtiyên azadiyê 2024-07-30 16:08:32     NAVENDA NÛÇEYAN - YRJ û YRA’yê cezayên li rojnamevan Silêman Ehmed, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî hatine birîn, bi daxuyaniyê şermezar kirin.   Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) û Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) têkildarî biryara darvekirina Rojnamevan û Çalakvan Pexşan Ezîzî, cezakirina Rojnamevan Silêman Ehmed a ji aliyê PDK’ê ve li baxçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.   Rojnamevanên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rakirina wêneyên rojnamevan û çalakvan Pexşan Ezîzî û rojnamevan Silêman Ehmed beşdarî daxuyaniyê bûn.   Daxuyanî ji aliyê endama Desteya Rêvebera ya YRJ’ê Newroz Demhat ve hate xwendin.   Newroz Demhat siyaseta rejîmên Îran û PDK’ê ya li dijî rojnamevanan şermezar kir û got: “Rejîma dagirker û qirker ya Îranê bi polîtîkayê hewil dide çavên jin û gelên azadîxwaz, hêz û kesayetê mixalif bitirsîne. Dixwaze bi darvekirinan pêşî li daxwazê azadiyê yên gelan û jinan bigire. Rejîma Îranê ya ku li ser bingehê olperestî, mezhepperestî û mêrperestiyê şekil girtiye, bi kiryarên darvekirinê, zext û çewisandinên cur be cur, bi binpêkirinan mafên mirovan ne tenê zirar dide hebûn û azadiya jinan, di heman demê de zirarê dide nirxên hemû netew, pêkhate û baweriyan. Ji ber rêjîma Îranê li ser nasnameya jinan re êrîş biriye li ser hemû rengê jiyanê. Herî zêde jî bi îbretkirina kiryarên darvekirinê hewil daye ku hêviyên jiyana azad bikuje û bi vi rengî civakekî bê vîn û ya ku xwe radestî mirinê kiriye ava bikin.”   Newroz Demhat da zanîn ku tevî ku her kêlî li ser jin û gelan benê darvekirinê tê hejandin jî, li hember van polîtikayên dagirker û qirker di sedsala dawiyê de bi pêşengiya jinan berxwedanekî bê hempa hatiye meşandin.   Newroz Demhat bi domdarî got: “Bi zanista ku heta jin azad nebe civak û gelên bindest azad nabin, guliyê jinanên hunandî ji berxwedana xwe re kirin sembol û daxwazên xwe yên azadiyê bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qêriyan. Ev rihê berxwedêr yê ku bi ‘Raperîna Jin, Jiyan, azadî’ şênberbûyî li hemû cîhanê deng veda û ji bo pergala mêr salar, zayendperest û olperest ya Îranê bû tirsa herî mezin. Ji ber vê tirsa mirinê Rejîma îranê biryara darvekerinê ji bo çalakvanên Raperîna ’Jin, Jiyan, Azadî’ dide.”   Newroz bal kişand ser biryara darvekirina rojnamevan û çalakvan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî, cezadayîna rojnamevan Silêman Ehemed û wiha pê de çû: “Em wek hevpişeyên wan vê biryara Rejîma Îranê bi hêrsekî mezin şermezer dikin û piştgiriyê dide mafê her zindiyekî azadiyê. Ji ber em bi wê bawerin ku daxwaza azadiyê mafê her kesî. Dîsa weke kevneşopiya çapemeniya Azad li hember xeta xiyanetê ku di Kurdistanê bûye mîna kurmê darê, ji ber em bibiryar dariyekê mezin têdikoşin û ji bo kifşkirin û teşîrkirina wê dixebitin, lewra ji aliyê hişmendiya xiyanetkar û noker a PDK’ê ve dibin hedef. Ji ber hişmendiya noker ji vê sekna welatperwer ya çapemeniya Azad ditirse, hempişeyê me Silêman Ehmed hate girtin û herî dawîjî hate ceza kirin. Zextên PDK’ê li ser hempîşeyê xwe di rojevê de bihêlin û bi vî rengî bala civaka navdewletî bikşînin ser kiryarên hovan yên Rejîma Îranê û zextên PDK’ê yên li ser çapemeniyê.”   Newroz diyar kir ku ew ê bi weşangeriyek bibandortir xeta xiyanetkara PDK’ê ji raya giştî ya Kurdistanî û cîhanê re nîşan bidin û got: “Bipênûs û kamerayên xwe bibin dengê Pexşan û Şerîfe, Silêman Ehmed û hemû dilgirtiyên azadiyê.”   Newroz bang li dewleta Îranê kir ku ji biryara xwe vegere. Her wiha bang li civaka navneteweyî, rêxistinên jinan û saziyên parastina mafên mirovan kir ku xwedî li daxwaza azadiyê ya jinan derbikevin û piştgirî bidin dildarên azadiyê û wiha dom kir: “Bangên me bi taybet ji çapemeniya demokratîk, azadîxwaz û muxalif ya cîhanî dikin bi weşangeriya xwe bibin dengên van girtiyên azadiyê ku li ber sêdaredanê ne.”   Rojnamevanan bi berzkirina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” daxuyaniya xwe bi dawî kirin.