Li Amedê jinek hat qetilkirin 2024-07-30 14:28:39       AMED - Li navçeya Yenîşehirê di pevçûna ku di navbera du malbatan de derket, jina bi navê Sidika Kaya hat qetilkirin.   Li taxa Şehîtlikê ya navçeya Yenîşehira Amedê hat îdakirin ku ji ber nelihevkirina ji bo zeviyan pevçûn derket. Di encama pevçûna bi çek de, 2 jê kesên ku di rê re diçûn bi giştî 7 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirina kesên li derdorê gelek polîs û tednirustvan sewkî cihê bûyerê hatin kirin û birîndar rakirin nexweşxaneyên li derdorê.    Ji birîndaran jina bi navê Sidika Kaya li gel hemû mudaxeleyan nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. 2 jê birîdarên giran tedawiya 6 kesan dewam dike.   Herwiha derbarê bûyerê de 2 kes hatin binçavkirin.