Ji Îtalyayê ji bo kampanya TAJÊ Piştevanî 2024-07-30 13:05:37     NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Îtalya ya bi navê “Verso il Kurdistan Association” ragihand ku beşdarî kampanyaya TAJÊ ya ‘Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê’ bûne.   Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi dirûşmeya ‘Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê’ ku di 8’ê Adarê de hatibû destpêkirin li dijî tundî û qirkirina li dijî jinê kampanyayek navneteweyî destpê kir. Kampanya wê heta salvegera qirkirina Şengal ya 3’ê Tebaxê berdewam bike. Jinan ji gelek deverên Kurdistanê û cîhanê bi dîmen û nameyên xwe piştgirî didin pêngava TAJÊ ya xweparastinê.   Saziya navendî ya Îtalya “Verso il Kurdistan Association” ragihand ku beşarî kampanaya ku ji aliyê TAJÊ ve hatine destpêkirin bûne. Endamên saziyê sala borî di meha Gulanê de çûn Şengalê li gel civaka Êzidî projeyên hevpar encam dan.   Endamên saziyê wêneyên jinên têkoşer ên di şerê cîhanê yê dûyem de li dijî Nazî û faşîstan şer kirin bilind kirin û bal kişandin ser şibandina têkoşîna jinên li Şengalê.