Di Mîhrîcana Mûnzûrê de govenda li dijî faşîzmê 2024-07-30 09:25:18     Roza Metîna   DÊRSIM - Ji bo mîhrîcana Mûnzûrê ji çend roj berê kelecaneke mezin ketibû dilê min. Ji ber ku xweza û dîroka kevnar a vî bajarê qedîm her tim hêzeke cuda dide min. Her çiqas gelek kurdên li wir bi polîtîkayên asîmîlasyonê ji eslê xwe hatibin dûrxistin û rûyê xwe ji Komkujiya Dêrsimê guhertibin jî.   Me soz dabû hev ku em ê komek nivîskar û helbestkar bi dolmîşê herin 22'yemîn Mîhrîcana Xweza û Çanda Mûnzûrê. Mîhrîcanê di 25’ê Tîrmehê de dest pê kir lê em di 26’ê mehê de serê sibehê ji Amedê saet di 09.00’an de bi rê ketin. Gelek hevalên ji zû de ye min nedîtibûn ji bo çûyina Dêrsimê li hev kom bûbûn. Ez dikarim bêjim ev mîhîrcan di heman demê de bû sedema hatina gel hevdu ya gelek mirovan. Jixwe yek ji armanca çalakiyên bi vî rengî ne ew e ku mirov têkliyên xweş û germ bi hev re deynin.   Her çiqas havîna Ameda rengîn çetîn be jî bi hatina gel hevdu hinek be jî me ew germa zehmet ji bîr kirin. Bi sohbetên edebî, bi gotina stranan, xwendina helbestan û qalkirina bernameyên mîhrîcanê rê bihurî. Şênkahî û ava di rê de têra xwe dilê me hênik dikirin. Filitandina ji nava çar dîwaran û hatina nava xwezayê rihê me gişan zindî kir.   Piştî rêwîtiya 5 saetan şûnde em gihiştin Dêrsimê. Em di destpêkê de çûn Meydana Seyît Riza. Di dema daketinê de me bêhnek kûr kişand û wekî pilingên ji qefesê derketibe em herikîn meydanê. Di destpêkê de em çend heval çûn gel peykerê Seyît Riza yê sembola berxwedana Dêrsimê. Peykerê ku dema te lê dinihêrt komkujiya Dêrsimê li ber çavan zindî dikir…   Piştre em çûn baxçeyekî li hemberî xwezaya xweşik a Dêrsimê. Me li wir qehweyek vexwar û me li bernameya 26’ê Tîrmehê ya mîhrîcanê nihêrt. Di 15.30’an de panela “Zimanê Me, Asîmîlasyon û Em” hebû. Piştî em rabûn heta dema bernameyê min ji çend jinên hêja yên helbestkar û nivîskar re derbarê mîhrîcanê de roportaj girt. Çawa be tenê ji bo mîhrîcanê nehatibûm Dêrsimê ji bo çêkirina nûçeyan jî hatibûm. Rojnameger li her qadê her tim di nava liv û tevgerekê de ne. Hişyarî û refleksa lezgîn a rojnamegeran li her qadê dikeve meriyetê. Loma li mîhrîcanê ji bo girtina wêne û dîmenan her di nava liv û tevegerekê de bûm. Vê yekê jî ez bextewar dikir û hêz dida min.   Piştî girtina roportajê me berê xwe da Kuçeya Hunerê. Panelê dest pê kiribû. Gelek kes tevli panelê bûbûn loma jî cihê rûniştinê me bi zorê dît. Elbet vê yekê me kêfxweş kir. Lê belê ya ku bala min kişand ev yek bû. Mijar “Zimanê Me, Asîmîlasyon û Em” bû lê hemû panelîst bi tirkî diaxivîn û her çar panelîst jî mêr bûn. Piştî panelê haya min jê çêbû ku vê rewşê bala gelek kesan kişandiye û bûye sedema rexneyê. Jixwe jineke siyasetmedar li wir dema mikrofon girt, bi kurdî got;”Xwezî niha li vir panelîst bi zimanê dayikê biaxiviyana.” Lê belê naveroka bernameyê li gor min baş bû.   Di dema pirsan de kesek derket û da zanîn ku dimilkî ne Kurdî ye û anî maneya ku dimil jî ne Kurd in. Li hember vêya jî gelek kesan bertek nîşan da. Li vir jî baş xuya kir ku polîtîkayên dewletê yên bi salan ên cudakirina ji hev a kurmanc û dimilan bandorê li ser civakê dike. Li dijî van lîstik û polîtîkayan dîsa girîngiya hişyariya Gelê Kurd derket holê.   Piştî panelê bernameya “Xwendina Helbetê” hebû. Heta dest pê kirê min silav da gelek kesên ku hatibûn mîhrîcanê. Kenê li ser rûyê wan dilê min germ dikir. Her wiha gelek zarok bi malbatên xwe re hatibûn mîhrîcanê. Hebûna wan rengekî cuda dida mîhrîcanê.   Bernameya “Xwendina Helbestê” dest pê kir. Xwendina helbestên dimilkî ya ji aliyê helbestkara hêja Bedriye Topaç ve bandoreke mezin li ser min kir. Bi dengekî zelal û bi sekneke xweş helbestên xwe xwend. Porê wê yê kurîşkî û hebhebî jî bal dikişand ser xwe. Ez ne di nava vê bernameyê de bûm lê piştre gazî min jî kirin û min jî çend helbestên kurdî xwendin. Xwendina helbestên kurdî ya li hemberî girseyekê her tim kelecanek daye min. Bi qasî xwendina helbestê ya helbestkara hêja Bedriye Topaç.   Heta ji destên min hat ez tevli gelek bernameyan bûm. Fersendeke wiha ji bo min bi qîmet bû. Berê êvarê li Dêrsimê hewa gelekî hênik û xweş bû. Piştî germa Ameda rengîn hewa hênik a Dêrsimê dilê me gelekî xweş dikir. Dibû sedema bextewariyê. Wexta wî bayê hênik li ser rûyê me dixist me digot qey em di nava bihuştê de ne. Naskirina hunermend, siyasetmedar, nivîskar û gelek mirovên din a li mîhrîcanê jî bi min perçeyekî din ê vê bihuştê bû.   Roja dinê bi rehetiya hewa hênik û bi vê re xeweke xweş em şiyar bûn. Piştî taştê me dîsa berê xwe da qada mîhrîcanê. Di destpêkê de min tûrek li cihê stantên pirtûkên weşanxaneyên kurdî avêt. Li gor gotinên weşangeran firotina pirtûkan ne pir bi dilê wan bû. Vê rewşê elbet min û gelek kesên dinê xemgîn dikir. Pirtûkên ku bi keda giranbiha hatibûn nivîsandin li ser standan bê eleqe mabûn. Asta xwendin û eleqeya ji bo pirtûkan a civakekê di eslê xwe de pêşketin û siberoja wê civakê jî radixîne pêş çavan.   Ne bi qasî Ameda rengîn be jî bi roj Dêrsim jî germ bû. Lê li binê siya daran hinek be jî ew germ dişikiya. Di roja sêyemîn a mîhrîcanê de jî bernameyên curbecur hebûn. Ez û hevalên xwe di 12.00’an de tevli panela “Jineolojî, Nîqaşa Siyaseta Demokratîk” bûn. Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan moderatortiya vê panelê kir. Li wir bibîrxistina Bîrsenê ya windakirina Gulistan Doku bandorek li ser beşdaran kir. Bîrsenê diyar kir ku heta Gulistan Doku bê dîtin wê wekî jin têkoşîna xwe dewam bikin. Di wê kêliyê de jinan li çepikan xistin û lîrandin. Li hemberî vê rastiya bi polîtîkayên şerê taybet ê dewletê re têkildari ez hem xemgîn hem jî hestiyar bûm. Lê belê çepik û lîrandina jinan û gotinên Bîrsenê hêz da min.   Ji aliyekî dinê jî axaftina siyasetmedar Sebahat Tuncel a ku demekê di girtîgehê de ma û piştre derket, bandorek li ser hemû beşdaran kir. Sebahatê ji sekna xwe tu tiştek winda nekiribû. Wêrek û bi hêz bû. Bi axaftina wê ya rast û ji dil re dirûşmên “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Dirûşma ku li cîhanê belav bûye û bûye sembola têkoşîna jinan.   Wekî li her derê li qada mîhrîcanê jî zext û pêkûtiya îktidara AKP-MHP’ê dewam kir. Pirtûka “Destpêka Jineolojiyê” wê piştî panelê ji aliyê siyasetmedar Sebahat Tuncel ve bihata îmzekirin. Lê hîn panelê dewam dikir xebera, “Polîsan li ser stanta Weşanên Aramê dest dane ser pirtûka Jineolojiyê” hat. Li dijî vê yekê jin hêrs bûn, nerazîbûn û bertekên xwe anîn ziman. Li vî welatî her tiştên ku hêza jinan derdixe holê dibe tirseke mezin a  îktidarên ku dewletê bi rê ve dibin. Loma derketina pêş a hêza jinan a li vê mîhrîcanê gelekî girîng bû.   Piştî panelan min dîsa roportaj ji jinên hêja girtin û bi rehetiya girtina roportajan, hinekî bi hevalan re çûm ber çem. Min gelek wêne û dîmenên bi dilê xwe girtin. Bayê li pelên daran dixist, herikandina çem û dengê çûkan aramiyek di dilê min de ava dikirin. Dîroka kevnar û xwezaya xweş a Dêrsimê li dû xwe hêviyek dihişt. Xweza û dîroka kevnar a her tim bi talaneke mezin rû bi rû maye.   Belgefîlm, çalakiyên ji bo zarokan, bernameya xwendina helbestan, meş û dirûşmên jinan, konserên hatin dayin, panel û şanoyên hatin lidarxistin, balkişandina ser mijara tecrîdê û girîngiya pergala hevserokatiyê û kêmasiyên ku derketin holê bawer im wê ji bo 23’yemîn Mîhrîcana Xweza û Çanda Mûnzûrê bibe tecrubeyek. Mîhrîcanên bi vî rengî yên li dijî talankirina xwezayê û xespkirina îradeya gelê kurd peyameke girîng in. Mîhrîcanên li ser esasê parastina zimanê dayikê û parastina nirxên civakî jêneger in. Her wiha qedandina mîhrîcanê ya bi gerandina govendê jî bertekek giranbiha ya li dijî êrişên li ser çand û hunera gelê kurd, govenda gelê kurd bû. Peyama “Em dev ji vê govendê bernadin” bû. Ev nîşana “Di Mîhrîcana Mûnzûrê de govenda li dijî faşîzmê” bû.