'Li dijî êrişan govenda azadiyê bigerînin' 2024-07-29 21:12:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtina kesên li ber stranên kurdî govend gerandin hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Em bang li gelê xwe dikin ku li her qada lê ne tevlî govenda berxwedanê bibin û bi dengekî bilind stranên xwe bistirên.”   Bertekên li dijî girtina kesên li ber stranên kurdî govend gerandin didomin. Li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn û girtin hatin şermezarkirin.   Riha   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) a Eyubiyeyê li avahiya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, endamên Meclisa Şaredariyê yên Partiyê yên Eyyûbiyeyê û her wiha gelek kes amade bûn.   Di daxuyaniyê de endamê Meclisa Şaredariya Eyyubiyeyê Celal Altûn axivî û wiha got: “Rêzikên Destûra Bingehîn bi awayekî zelal hatine binpêkirin. Pratîka îxlalkirina Destûra Bingehîn a tifaqa AKP’ê û MHP’ê bi rengekî vekirî li dijî kurdan hatiye domandin. Em feraseta neyarê kurdan ku ji ber dayik û sê keçên wê stran gotin û cilên kurdî li xwe kirin hatin girtin şermezar dikin. Tu hêz nikarin govenda me ya azadiyê rawestînin. Gerandina govendê ne sûc e lê hemû hewldanên li dijî vê sûc û nijadperestî ne.”   Piştî daxuyaniyê li gel stranên kurdî govend hate gerandin. Daxuyanî bi dirûşmeyên “zext nikarin me têk bibin” bi dawî bûn.     Êlih   Li Êlihê jî Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arî (ARÎ-DER) bi daxuyaniya ku li ber Parka Yilmaz Guney li dar xist girtin şermezar kirin. Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê yên Bajêr tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya ku pankarta “Em êrişên li dijî ziman û çanda kurdî şermezar dikin” hate vekirin de Hevserokê ARÎ-DER’ê Mazlûm Tenha axivî.   Mazlum da zanîn ku li dijî çand û zimanê kurdî êrişeke sîstematîk heye û bang kir ku li dijî êrişan her qada jiyanê veguherînin zimanê kurdî û govenda azadiyê bigerînin.     Stenbol     Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) jî daxuyaniyeke nivîskî da.  NÇM’ê bi bîr xist ku di salên 90’î de ji ber dişibîn rengên netewî yên kurdan hate xwestin ku lambeyên trafîkê yên kesk û sor û zer bên guhertin û wiha got: “Îro tabelayên hişyariyê yên kurdî yên li ser rêyan hatine nivîsandin bi rengekî rêxistinbûyî tên jêbirin û zimanê kurdî bi nivîsbariya nîjadperest û faşîst re hedef tê girtin. Ev êrîşên nîjadperestî yên li dijî zimanê me li Wanê dest pê kirin û li Amedê hatin domandin, bi rengekî organîzeyî di bin çavdêriya polîsan de tên kirin. Çanda Kurd navê berxwedana li dijî qirkirinê û têkoşîna li dijî faşîzmê ye. Weke xebatkarên Navenda Çanda Mezopotamyayê em van êrîşên nîjadperest û faşîst ên li hemberî hebûn, nasname û nirxên me yên civakî qebûl nakin û bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li her qada lê ne tev li govendên berxwedanê bibin û bi dengekî bilind stranên xwe bêjin.”   Şırnex     Li Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA) êrişên li dijî çand û zimanê kurdî bi gerandina govendê şermezar kir. Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA’yê yên li baxçeyê Şaredariya Hezexê hatin bahev bi kurdî kilam gotin û govend gerandin.     Aktîvîsta TJA’yê Adalet Fîdan a li ser navê jinan daxuyanî da, anî ziman ku înkarkirina kurdan di asteke bilind de ye û wiha got: “Niha jî kesên cilên herêmî li xwe dikin, govendê digerînin, stranên kurdî dibêjin an tên binçavkirin an jî tên girtin. Me jî weke TJA’yê kampanyayek da destpêkirin. Em ê li malên xwe, li kolanan, li meydanan an ku li hemû qadên jiyanê em ê bi kurdî axivin û bi kurdî bijîn. Em ê stranên xwe bêjin û govenda xwe bigerînin. Ji ber ku çand û ziman hebûna gelekî ye û em jî dê xwedî li vî zimanî derkevin.”   Bername, bi govendên hatin gerandin û berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bêçand jiyan nabe” bi dawî bû.