Hewzê jinan hat vekirin 2024-07-29 15:45:18     AMED - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak li Yenîşehîra Karakopruyê hewzê jinan ê ku hat nûkirin vekir. Bi vekirinê re qursa avjeniyê bi beşdariya 90 jinan hat destpêkirin.   Hewzê jinan a ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li Kurşxane ya navçeya Yenîşehîrê hat nûkirin, hat vekirin. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag, Cîgira Sekreteriya Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Zerîn Turk, serokên daîreyan û endamên meclîsê beşdarî vekirinê bûn.   Serra piştî vekirinê bi jinan re sohbet kir û tesîs kontrol kir.   90 jin ji dersên avjeniyê sûdê werdigirin   Bi vekirinê re Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê serlêdanên taxên kêmdest ên bajêr nirxand û ji îro pê ve qursa avjeniyê da destpêkirin. 90 jinên ku serî li Navenda Jiyana Jinê ya Lalebey, Mêrdînkapî û Benusenê ya di bin banê Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê de dan, dê ji kursa avjeniyê ya 5 hefteyî ya ku dê ji aliyê perwerdekarên pispor ve ji jinan re bê dayîn, sûdê wergirin.   Kursa  avjeniyê wê di meha îlonê de bi hîndekarên nû dewam bike.