Koma ku polîsan diparast li Amedê nivîsên bi kurdî reş kir 2024-07-29 09:38:55     AMED - Komeke nasnameya wan nediyar li Amedê di bin parastina polîsan de nivîsên “Hêdî” û “Pêşî Peya” yên bi kurdî yên li ser rêyan bi boyaxê reş kirin.    Piştî Wanê li Amedê jî nivîsên bi kurdî yên “Hêdî” û “Pêşî Peya” hatin boyaxkirin. Şevê din saet derdora 03.21’ê otomobîlek, kamyonek û wesayîteke bi markaya rangerê hatin pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Kesê ji wesayîta rangerê paya pûyî û di kêleka wî de çek hebû, li devera lambayên trafîkê hatin û çûna wesayîtan kontrol kir. Piştre jî 2 kesên ji wesayîtê paya bûn derdor kontrol kirin. Kesên din jî bi firçe û boyaxan nivîsên bi kurdî reş kirin.    Li hêla din hem li semta Ofîsê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê hem jî li gelek noqteyên din ên bajar jî nivîsên bi kurdî hatin reşkirin.