'Em hem şewitîn hem jî ceryana me tê birîn' 2024-07-29 09:03:16     Gulîstan Gulmuş   MÊRDÎN - Qoseriyan li dijî bihayên ji bo ceryan, av, zibil û mazotê bertek nîşan dan û şewta li Şemrex û Çinarê derketibû bi bîr xistin û gotin: “DEDA ceryanê biha dike, ceryanê dibire, naxwaze berhemên me hebin. Gelê me perîşan dikin.”   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan di 19’ê Tîrmehê de li Qoser a Mêrdfînê kampanya ‘nan û edele’ deklere kir û mîtîngek pêk anî. Bi sedan welatî tevli mîtîngê bûn û bihayî protesto kirin. Cotkar ji ber bihayan bi gazincin. Ofîsa Berhemên Axê (TMO)îlan kir ku wê tona genimê nan bi 9 hezar û 250 lîrayî, tona genimê meqarneyan bi 10 hezarî, ya ceh bi 7 hezar û 250 lîrayî bigire.   Welatiyên tevli mîtîngê bûn diyar kirin ku polîtîkayên desthilatdariyê hem wan xizan dike û hem jî di şewata ku DEDAŞ’ê derxistiye de li Çinar û Şemrexê xizmên xwe winda kirine.   ‘Zibil, derman û mazot pir biha ye’   Fatma Toprak ku ewil axivî da zanîn ku ji ber xizaniyê nikarin fatureyên xwe bidin û wiha pê de çû: “Her carê ceryanê dibirin.  Ava me jî dibirin. Em hem bê av hem jî bê ceryan dimînin. Em wan protesto dikin. Tevî ceryana me dibirin jî bihayê wê jî zêde dikin. Em dixwazin erzanî hebe. Zibil, derman, mazot pir biha ne.”   ‘Tevî ceyranê dibirin her tişt bihaye’   Vehîbe Aksu jî da zanîn ku zêdebûna bihayan, ji ber desthilatdariya AKP-MHP’ê pêk tê û wiha domand: “Van tiştan Erdogan dike. Her tişt biha ye. Ji bo mirov li ser piyên xwe nesekinin vê dikin. Divê her kes biaxive û xwedî li malên xwe derkeve. Tevî av û ceryana me tê birîn her tişt biha ye. Berpirsê vê Erdogan e.”   ‘DEDAŞ’ê em şewitandin’   Halîme Uçyanmaz balkişand ser şewata li Amed û Mêrdînê derket û wiha pê de çû: “Gel ji ber pergala heyî pelçiqî ye. DEDAŞ’ê em perîşan kirin. Ji ber ceryanê em nikarin tiştekî biçînin. Li Çinarê û Şemrexê şewat derket. Me xwe negîhand wan. Em nebûn alîkar. Me di kamerayan de dît ku agir ji têlên ceryanê dikeve. DEDAŞ’ê em şewitandin.  Dixwazim me bikujin. Bila berpirs cezayên xwe bikşînin.”   ‘Ji ber DEDAŞ’ê 15 kesî jiyana xwe ji dest da’   Zehra Mutlu jî diyar kir ku ji ber polîtîkayên aboriyê mirov hem xizan dibin û hem jî deyndar dibin û wiha pê de çû: “Di şewatê de 15 kesî jiyana xwe ji dest da. Em terora DEDAŞ’ê şermezar dikin. DEDAŞ ceryanê biha dike, dibire. Gelê me perîşan dibe. Mirov nikarin dyenan bidin. Fature pir zêde tên. Ji ber DEDAŞ’ê 15 kesî jiyana xwe ji dest da. Ev zila DEDAŞ’ê ye. Em edelet û wekheviyê dixwazin.”