Karkerên tekstîlê li dijî xizaniyê têdikoşin 2024-07-29 09:02:36     Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Ayşe Yakup ya di atolya tekstîlê de dixebite wiha got: “Em rojê 12 saetan dixebitin. Klîma tuneye, sîgorta tune ye. Em hefteyekê nexebitin em birçî dimînin. Mêr di atolyayan de li makîneyê dixebitin. Ew ji jinan zêdetir pere qezenc dikin. Divê ev şert bên başkirin.   Li Tirkiyeya ku welatê tekstîlê ye  karkr bi xizaniyê re têdikoşin. Wezîrê bazgirganiyê Omer Bolat di meha Adarê de da zanîn ku Tirkiye bi ji sedî 4 û 5 mezinbûnê re, sala 2023’an de di nav welatên yekitiya Ewropayê de bûye yekemîn, di navbera welatên Rêxitsina Hevkariya Aborî û Pêşxistinê (OECD) de bûye dyemîn, di nav welatên G20 de bûye çaremîn. Her wiha gotibû di dîroka komarê de yekem car trîlyonek hatiye derbaskirin. Lê tevî vê karker û kedkar ji vê mezinbûnê para xwe nagirin. Ayşe Yakup ya li Tarlabaşi ya Stenbolê dijî, di atolya tekstîlê de dixebite û karê overloqê dike.   Bêyî klîma 12 saet mesayî   Ayşeyê destnîşan kir ku 10 sal e di tekstîlê de dixebite, şertên xebatê pir xerabin û wiha got: “Min temenê zarok de destpê kir. Ji pola 8’an heta niha dixebitim. Di tekstîlê de xebat zehmet e. Rojê 12 saetan em dixebitin. Klîma tune ye. Germ e. Havînê jî em dicemidin.  Şertên xebatê qet nebaşin. Karê tekstîlê her tim tune ye. Sîgorteya me tune ye. Di nava hefteyê de em dixebitin, rojên şemiyê jî nîv rojê em dixebitin.”   ‘Em deyn digirin û bi deyanan deynê xwe didin'    Ayşeyê her wiha daxuyakirin ku ji ber  sektora tekstîlê  disekine salê 3-4 mehan vala dimînin û di vê pêvajoyê de di alî aborî de zehmetiyan dikşînin. Ayşeyê ev tişt anî ziman: “Em hefteyekê nexebitin em birçî dimînin. Em  hewl didin roja xwe xilas bikin. Em nû zewicî ne. Em di kirê de ne. Em deyn digirin û bi deyn deyn didin. Aborî pir xerabe. Ji ber sîgorteya me tune ye qezayek tiştek dibe em li çareya serê xwe dinêrin.”   Mêr zêdetir qezenc dikin   Ayşeyê destnîşan kir ku şert zehmetin lê dîsa jî dema mirov pereyê xwe qezenc dikin tiştekî pir xweş e û wiha dawî lê anî: “Em hewcedarê kesî nabin. Azadiya aborî girînge. Em heqdestê xwe heftane digirin. Sîgorta, xwarin, rê jî têde em 20 hezar lîra qezenc dikin. Mêr li ser makîneyê ne ew zêdetir qezenc dikin. Ev pergal bi salane wisa ye.  Hejmara jinan di tekstîlê de kêm bûye. Jinên dizewicin êdî naxebitin.”