ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-29 09:00:00     *Bi ser fermana 3'yê Tebaxê re 10 sal derbas bû û li Şengalê dîrok ji nû ve hat nivîsin. Dîroka berxwedan, têkoşîn û xwebirêxistinbûnê hat nivîsin. Cîgira Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê Caklin Hisên, diyar kir ku niha civaka êzidî li hemberî her cure êrişan li ber xwe dide û got: "Em ê li pêy doza şagirtên Rêber Apo bin û dê serkeftin bibe ya me." DÎMEN HEYE   *Ayşe Yakup ya di atolya tekstîlê de dixebite wiha got: “Em rojê 12 saetan dixebitin. Klîma tuneye, sîgorta tune ye. Em hefteyekê nexebitin em birçî dimînin. Mêr di atolyayan de li makîneyê dixebitin. Ew ji jinan zêdetir pere qezenc dikin. Divê ev şert bên başkirin. DÎMEN HEYE   *Qoseriyan li dijî bihayên ji bo ceryan, av, zibil û mazotê bertek nîşan dan û şewta li Şemrex û Çinarê derketibû bi bîr xistin û gotin: “DEDA ceryanê biha dike, ceryanê dibire, naxwaze berhemên me hebin. Gelê me perîşan dikin.” DÎMEN HEYE   *Welatiya Swêdê Zozan Baransson ku ji bo serdana xizmên xwe bi hevjîn û zarokên xwe re hat Nisêbînê, bi îdiaya ‘berpirsa PKK’ê ya Swêdê’ ye hat dersînorkirin. Lê hat diyarkirin ku Zozanê endma Partiya Çep a Swêdê ye. Zozanê got ew welatiya Swêdê ye û dibê ku Swêd li dijî nêzîkatiya Tirkiyeyê bersivekê bide. DÎMEN HEYE