Girtinên ji ber gerandina govendê hatin protestokirin 2024-07-28 21:15:29   RIHA - Li Riha û navçeyên wê, girtina kesên ji ber gerandina govendê ya li ber stranên kurdî bi gerandina govendê hate protestokirin. Hevserokê DEM Partiyê Bekîr Karakeçîlî wiha got: “Gerandina govendê ne sûc e lê her hewldana li dijî vê yekê sûc û nijadperestî ye.”   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Karakopruyê, ji girtin û binçavkirinên di van rojên dawî de bi hinceta gerandina govendê ya li ber stranên kurdî hatin kirin bi gerandina govendê bertek nîşan da. Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, Hevserokên DEM Partiyê yên Rihayê Bekîr Karakeçîlî û Sema Aîşeoglû û gelek kes beşdarî çalakiya protestoyê ya li qadeke vala ya li kêleka avahiya partiyê bûn.    Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekîr Karakeçîlî yê piştî gerandina govendê ya li ber stranên kurdî daxuyanî da, bal kişand ku rewşa dijminatiyê ya li dijî govend û cil û bergên herêmî yên kurdî tê xwestin bê normalîzekirin û wiha got: “Kesên ku li kolanan, dawetan, li Meclisê, li medyaya dîjîtal û li her qada civakî ji faşîzma organîzeyî ya tê kirin re li çepikan didin, civakê ber bi xetereyê ve dibin.”   ‘Em ê serî netewînin’   Bekîr di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em ji vir rayedarên hikumetê hişyar dikin; dest ji sûcê nijadperestî û nefretê yê vekirî yê li dijî kurdan berdin. Cilên jiyanî yên kurdan ên rojan e ne sûc in, gerandina govendê ne sûc e, îşareta serkeftinê ne sûc e lê hemû hewldanên li dijî vê sûc e, nijadperestî ye. Em ê serî li dijî aqlê siyasî yê weke faşîzma 12’ê Îlonê û Esat Oktay mînakê digirin serî natewînin. Em ê bi awayekî herî xurt li nirxên xwe, demokrasiyê û azadiyê xwedî derkevin.”    Daxuyanî bi dirûşmeya “Zext nikarin me têk bibin” bi dawî bû.     Li 7 navçeyan daxuyanî û bertek     Heman daxuyanî û çalakiya şermezarkirinê li navçeyên Pirsûs, Xelfetî, Curnê Reş, Serêkaniyê, Wêranşar, Hewag û Bêrecûkê jî hate pêkanîn. Endamên DEM Partiyê û welatî jî hatin ber avahiya partiyê û govend gerandin.