Ji Mîhrîcana Munzurê bang kirin: Wê Dêrsîm nebe Îlîç 2024-07-28 19:08:42   DÊRSIM - Di roja dawî ya mîhrîcana Dêrsîmê de di panela pêk hat de hat diyarkirin ku wê bi projeyên madenê hawirdor tê texrîbkirin û li dijî texrîbata hawirdorê ya esas meşandina têkoşîna fîîliye.   22’emîn  Mihrîcana  Dêrsîmê ya bi dirûşma “Em ê destûr nedin xweza û îradeya me were xespkirin” tê lidarxistin, de di roja dawî de panel ali ser maden û hawirdorê pêk hat. Panel li kolana hunerê pêk hat û gelek kes tevli bûn. Panel ji du runiştinan pêk hat û di runiştian yekemîn de hawirdor, di ya duyemîn de jî pisgirêkên madenê hatin nîqaşkirin.  Moderatiya panelê Fatma Kalsen kir û endamê lijneya Parastina Munzurê ya Komeleyên Elewiyan ya DemokratÎk (DEDEF) Ulaş Yegîn, Hevberdevka Enstîtuya Polen Ekolojî Çîse Yidiz, cigirê sreokê giştî yê EMEP’ê Sedat Başkavak wek axaftinker tevli panelê bûn.   Endama lijneya Parastina Munzurê ya Komeleyên Elewiyan ya DemokratÎk (DEDEF) Ulaş Yegîn axivî û da zanîn ku xweza bi faliyetên mandenê re rû bir û ye û der barê projeyan de agahî da. Ulaş da zanîn ku xetere li her derê Dêrsîmê belav bûye û got: “Em ê desur nedin ku Dêrsîm bibe Îlîç. Wê Dêrsîm nebe Îlîç.”   ‘Ya girîng rêxistinkirina têkoşînê ye’   Cigirê serokê giştî yê EMEP’ê Sedat Başkavak jî axivî û diyar kir ku erdnîgariya Tirkiyeyê dema AKP’ê de bi texrîbat, talan û êrîşan re hatiye rû hev û got êrîş ji ser binpêkirina herêmê tên plankirin. Sedat wih agot: “Li dijî van êrîşan divê têkoşîna yekbûyî bê rêxistinkirin.”   Hevberdevka Enstîtuya Polen Ekolojî Çîse Yidiz jî axivî û da zanîn ku xweza bi hilweşînên ekolojîk yên cidî re rû bi rû ye û  daxuyakirin ku divê li dijî van êrîşan polîtîkayek yekbûyî giştî bê afirandin.   Di runiştina duyemîn de jî Sekreta Giştî ya Odeya Mîmar û Endezyaran (TMMOB) Dersîm Gul, , serokê giştî yê berê yê Odeya Endezyarên Madenê Mehmet Torun û Endezyarê Madenê Cemalettîn Kuçuk wek axaftinker tevli bûn. Di runiştina duyemîn de jî pisgirêkên madenê hatin nîqaşkirin.