'Sembola şer û aştiyê tevde Roboskî ye' 2024-07-28 15:50:16     ENQERE - Hewldana ji Roboskî re Edaletê, di 151'emîn meha komkujiyê de, got, "657 hefte ye ku bi destê pergalê polîtîkaya bêcezahiştinê dewam dike û 596 roj e em li edaletê digerin."   Hewldana ji Roboskî re Edalet di meha 151’emîn a Komkujiya Roboskê de ku di 28’ê Kanûna 2011’an di encama bombebarana artêşa tirk a li dijî gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê de 19 jê zarok 34 kes hatibûn qetilkirin, hatin gel hev. Daxuyanî li pêşiya avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila kujer bên dîtin, Roboskê êdî tu caran” hate hilgirtin.    Endamê ÎHD’ê Tanju Gunduzalp daxuyanî xwend û got ku kesên komkujiya 13 sal berê kirin di tarîtiya Enqereyê de hatine veşartin. Tanju, wiha domand: “Ev 151 meh in hiqûq tune ye, 657 hefte ne necezakîrîna faîlan bî destê pergalê tê domandin û ev 4 hezar û 596 roj in em li edaletê digerin. Li Roboskê 19 jê zarok 34 sivîl hatin qetilkirin û ev 5 hezar roj in em bi hev re li edaletê digerin. Em derhiqûqtiya bi destê rêveberan, Meclis, daraz, AYM û DMME’yê tê domandin dijîn. Roboskê, di dersa dewletê de komkujiyeke. Mafê jiyanê yê mirovan bi awayekî bêwijdanî hatiye binpêkirin. Dijderketina li sînoran, şer û birçîtiyê, ji bo jiyaneke aştiyane ya bi hev re, edaleta ji bo Roboskê girîng e. Sembola şer jî aştiyê jî Roboskê ye. Yên bêedaletî û necezakirinê diafirînin, dê tu caran ji rûpelên qirêjî yên dîrokê nekarin derkevin.”    Tanjû, anî ziman ku heta edalet neyê Roboskê dê neyê Tirkiyeyê jî axaftina xwe wiha qedand: “Di serî de Roboskê, em tevek dê heta dawiyê nerazîbûna xwe ya li dijî şer û tundiyê nîşan bidin. Em aliyê lêgerîna edaletê, pêkvejiyanê û aştiyê dgirin. Li dijî dewlet û îktîdarê, heta ku em ji bo Roboskê û hemû komkujiyan edaletê pêk tînin dê dê têbikoşin. Dê Roboskê her di bîra me de be. Roboskê, ezmûna dewlet û îktîdarê, şerm û birîna nekewandî ya vê xakê ye. Rêya aştî û edaletê ya vê xakê ji Roboskê re derbas dibe. Pir girîng e ku berpirsyar bên dîtin, bên darizandin û cezakirin. Me ji bîr nekir, em ji bîr nakin û dê nedin jibîkirin.”