Serdanên heyeta jinan li Başûr dewam dikin 2024-07-28 14:04:53     NAVENDA NÛÇEYAN - Serdanên Heyeta TJA û DEM Partiyê li Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Divê çarçoveyê de şande serdana Nermîn Osman kir.   Serdanên Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ku Parlamentera Şirnexê Newroz Uysal, Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz û Parlamentera berê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî di nav de ji bo Başûrê Kurdistanê berdewame.   Divê çarçoveyê de heyet îro li Silêmaniyê serdana çalakvana siyasî Nermîn Osman kir. Di serdanê de behsa pêşketin, bûyer û rewşa niha ya Başûr û Bakurê Kurdistanê hate kirin. Herwiha behsa girîngiya azadiya Rêber Ocalan hate kirin.   Tê payîn serdanên heyetê yên bi heman armancê dewam bikin.