Li Stebolê bi hinceta govend gerandine 11 kes binçav kirin 2024-07-27 14:45:24     STENBOL - Li Stenbolê herî kêm 11 kesên ku di dawetên dîrokên cuda hatine kirin de ligel stranên kurdî govend gerandine, hatin binçavkirin.    Li navçeyê Bagcilar, Esenyûrt, Sûltangazî û Gazîosmanpaşa yên Stenbolê di serdegirtina malan de herî kêm 11 kes hatin binçavkirin. Hate zanîn ku sedemê binçavkirinê govendên ku di dawetên dîrokên cuda hatine kirin de ligel stranên kurdî hatine gerandin in. 11 kes bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tên sûcdarkirin.    Hate ragihandin ku wergirtina îfadeyên kesên ku birina Midûriyeta Polîsan a Stenbolê dest pê kirine.