Li dijî zagona ku zewaca zarokan erê dike kampanyaya îmzeyê hat destpêkirin 2024-07-25 15:40:36     NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementera Iraqê ragihand ku li dijî zagona ku zewaca temen biçûk erê dike kampanyaya îmzeyê dane destpêkirin.   Parlementera Iraqî Aso Ferîdûn ragihand ku li dijî zagona ku zewaca bi temen biçûk erê dike li parlementoyê kampanyaya îmzeyê dane destpêkirin.   Aso Ferîdûn di civîna çapemeniyê de diyar kir ku ew li dijî zagona ku zewaca bi temen biçûk erê dike kampanyaya îmzeyê dane destpêkirin. Aso Ferîdûn diyar kir ku li dijî sererastkirina zagona ku sînorê zewaca 18 salî ji holê radike û rê li ber zewaca temen biçûk vedike xebat tên meşandin û got ku ev qanûn dijberî madeyên 2, 14 û 41 ê zagonê ye.   ‘Li dijî civakê gefek mezin e’   Aso Ferîdûn destnîşan kir ku li gor Şîî, Sûnniyan temenê kamilbûnê ya jinên ciwan di 9 salî de destpêdike û li gor guhertina zagonê êdî peymana zewacê ji derveyî dadgehan dê li gor şerîatê were pêkanîn û wiha berdewam kir: “Guhertina zagonê li dijî civakê gefek mezin ava dike. Kesên ku di temenê biçûk de dizewicin tu agahiya wan ji zewacê nîne. Ji ber vê yekê 10 parlementer li dijî zagona ku zewaca bi temenê biçûk erê dike ye. Ji bo ku ev zagon nekeve parlementoyê me gelek hewl da. Lê hewldanê me tu encam neda.”