Xelkê Kobanê li dijî tecrîdê meşiya 2024-07-24 14:04:29     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan şêniyên kantona Firatê li dijî tecrîda li ser Rêber PKK'ê Abdullah Ocalan daketin qadan.   Ji bo 3 mehan qedexeyeke din a hevdîtina bi malbatê re li Rêber PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş hatibû birîn. Li dijî vê biryarê gelê Kantona Firatê daket qadan. Gel ji Qada Jina Azad a Kobanê li hev kom bû û heta Qada Aştî meşiya.   Di meşê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên “Bê serok jiyan nabe” û “Bi can û bi xwîn em bi te re ne ey serok” hatin berzkirin. Piştî ku meş gihaşt Qada Aştî daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Sara Xelîl ve hate xwendin.   Sara Xelîl got: “Dewleta faşîst careke din cezayê hevdîtinê li rêberê me birî. Ev 4 sal e tu agahî ji rêberê me nayê wergirtin. Em ji dewleta Tirk re dibêjin dê nekare bi tecrîdê me û rêberê me ji hev qut bike.”