Li hemberî PDK'ê bertek! 2024-07-24 11:19:34     AMED - Jinan diyar kirin ku divê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê ku bi hevkariya PDK’ê  tên kirin di zûtirîn demê de bi dawî bibin û gotin, “Divê em tenê bi daxuyaniyeke çapemeniyê têr nebin. Pêwîste hemû kesên ku xwe welatparêz dibînin dengê xwe bilind bikin."   Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê dewam dikin. Li dijî vê yekê ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê kurd bertek nîşan didin, di Kongreya Asayî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê ya 21’ê Tîrmehê de jî bertek nîşanî êrîşan dan.   'Gel dê gotina dawî bêje'   Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya Enqereyê Guler Aydin diyar kir ku hevkariya PDK'ê ya di êrîşên Tirkiyeyê de ne nû ye, diyar kir ku  ji bo berjewendiyên xwe bêdeng dimînin û got, "PDK  li ser bingeha berjewendiyên malbata xwe tevdigere.  Eger welatparêzekî rast bûya, li şûna ku li dijî dagirkeriya xaka xwe hevkariyê bike, diviyabû di pozîsyona parastina xaka xwe de bûya. Bi sedsalan e ku me li van xakan gelek şer dîtine, Ev erd bûne şahidê rijandina xwînê. Wê gel her tim gotina dawî bibêje. Parastina van axan li ser milê gel e. Divê hemû kesên ku xwe welatparêz dihesibînin dengê xwe bilind bikin. PDK dê bi hevkariya ku dike têk biçe."   'Divê em bi daxuyaniyên çapemeniyê têr nebin'   Guler der barê pêwîstiya berpirsyariya cidî ya li hemberî êrîşan de ev tişt got: “Dema em li erdnîgariya Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê dinêrin, weke ku gel qebûl kiriye vê yekê nîşan didin, lê ev ne daxwaza gelan e. Ji ber vê yekê divê rêxistinên sivîl, partiyên siyasî, rojnamevan û gel ji bo ku ev şer raweste bikevin nav hewldanan. Rêya gotina raweste ew e ku dakevin kolanan û bibin deng. Divê em tenê bi daxuyaniyeke çapemeniyê têr nebin. Erdnîgariyeke dijwar e, mixabin Kurd û gel bi salan bedelê lê didin.  Di vir de berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê partiyên siyasî. Çawa ku kesên li dijî êrîşên li ser Filistîên li dijî Israîlê ne divê li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Kurdistanê jî xwedî bertek bin."   'Çiqas rê li me bigrin jî em ê bi pêş ve biçin'   Welatiya bi navê Rojda Araz jî diyar kir ku êrîş ji bo berjewendiyên aborî tên kirin û got, “Têkoşîna me ya bi salan heye. Em jin ji bo zarokên xwe li diî êrîşên Tirkiyeyê têdikoşin. Çiqas rê li me bigrin jî em ê bi pêş ve biçin. Hevkariya bi Tirkiyeyê re jî ji bo pere' tê kirin. Hevalên ku di nava partiyê de kar dikin, ji bo ku karibin raya giştî agahdar bikin dê li pêş bin. Ev kar dikeve ser milê wan."