ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-24 09:00:00     * Yek ji jinên Kobanê yên li Amedê dijî Aynûr e. Aynûr bersiva kesên ku ji wan re dibêjin biçin, dide: “Kesên ku dibêjin ji axa min biterikinin, divê ewilê ev ji axa me derkevin. Ew ji axa me neterikînin û şer bidomînin, gelo em ê çawa vegerin?" BI DÎMEN    * 24’ê Tîrmehê ku roja rakirina sansurê ye, rojnameger dîsa bi sansurê vê rojê pêşwazî dikin û li dijî kesên ku rastiyê vedişêrin têkoşînê dimeşînin. BI DÎMEN    * Parlamenterên DEM Partiyê êrişên Tiriyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li hember başûrê Kurdistanê tê meşandin axivîn û diyar kirin ku divê kurd ji van polîtîkayan re bêjin êdî bes e. BI DÎMEN    * Bijîşkên ku di erdheja 6'ê Sibatê de avahiya wan a ASM'ê zirar dît, niha li du odeyên Pirtûkxaneya Gel a Ferzad Kemanger a girêdayî Şaredariya Rezanê di nav şertê xirab de hewl didin ku xizmetê bidin gel. Bijîşkên ku serî li Miduriyeta Tenduristiya Navendî dan bersiva "Ji xwe re çareyekê bibînin" hat dayîn. Li avahiyê niha ne xizmeta tenduristiyê û ne jî ya perwerdê baş tê dayîn. BI DÎMEN    * 22'yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku îsal li Dêrsimê tê lidarxistin, sibê dest pê dike. Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan derbarê mîhrîcanê de wiha axivî: "Ji bo rawestandina polîtîkayên şerê taybet divê em vî bajarî biparêzin." BI DÎMEN