TJA'yê li Sîlopiyê bernameya xwendinê pêk anî 2024-07-23 20:53:40   ŞIRNEX - TJA'yê di çarçoveya kampanya 'deng bide azadiyê' de li Sîlopiyê bernameya xwendinê pêk anî.   TJA'yê di çarçoveya kampanya 'deng bide azadiyê' de li Sîlopiyê ya Şirnexê li taxa Kizir bernameya xwendinê pêk anî. Rêxistina DEM Partî ya navçeyê û gelek kes tevli bûn.   Aktivîsta TJA'yê Adalet Fîdan ewil axivî û balkişand ser tecrîdê û diyar kir ku tecrîd bi têkoşînê dikare bişkê. Piştre nivîsa Abdullah Ocalan ya li Îmraliyê hat xwendin.