Bi girseyî serdana şîna Dîlan Oklu hat kirin 2024-07-23 13:52:50     WAN - Li wanê li gel saziyên civaka sivîl gelek kesî serdana şîna şervana YJA Starê Dîlan Oklu ku li taxa Xaçortê hatibû danîn kirin.   Şîna ji bo endama YJA Starê Dîlan Oklu (Arîn Tolhildan) a ku di 16’ê Hezîrana 2024’an de li Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ku di pevçûna li Başûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da hat danîn, ji aliyê girseya gel ve hate ziyaretkirin. Li gel sazî û dezgehên civaka sivîl, siyasetmedar û gelek kes tevli şînê bûn.   Dayika Dîlanê Saadet Oklu di şînê de ji bo kurê xwe Vedat Oklu ku berî bi salekê di heman rêyê de jiyana xwe ji dest da got: "Êşa me nabînin."