Êrişê nûçegihana ROJNEWS’ê kirin 2024-07-23 12:33:46     NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegihana ajansa ROJNEWS Dêrîn Rehîm dema ku daxuyaniya çapameniyê dişopand asayîşa Silêmanî êriş bir ser û dest danîn ser telefon û kelûpelên wê yên rojnamevaniyê.   Eniya Yekîtiyê ya li Dijî Dagirkeriyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniya çapemeniyê ku li darxistin, ji aliyê Asayîşa Silêmaniyê ve hate asteng kirin. Asayîşê bi karanîna hêzê girse belav kir û destûr neda daxuyaniya çapemeniyê were dayîn.   Endamên Asayîşê ruyê 2 kesan birîndar kir. Di encama êrişan de dest danîn ser tîma nûçegihanên Ajansa Nûçeyan ya ROJNEWS’ê.   Nûçegihana ROJNEWS’ê Dêrîn Rehîm ku a ku êriş lê hat kirin wiha got: “Di dema ku me çalakî û daxuyaniya çapemeniyê dişopand, hêzên asayişê êrişî ls me kirin û ez girtim. Dest danîn ser telefona min û kelûpelên min yên rojnamevaniyê. Her wiha hêzên asayişê li min xistin, ez gelek êşandim, piştre telefona min dan û ez serbest berdam. Lê hîn jî kamera û kelûpelên min yên din li asayişê ne û radestî me nekirine.”