Ji çalakiya 'Deng bide azadiyê' bang: Em ê bi ser kevin 2024-07-22 16:55:21     ÎZMÎR /MÊRSÎN - Xizmên girtiyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, li Îzmîr û Mêrsînê li pêşiya girtîgehan hatin gel hev. Di çalakiya “Deng bide azadiyê” ya li Îmzmîrê de Hevseroka DEM Partiyê Vezan Karabulut diyar kir ku desthilatdariyê Tirkiye veguherandiye girtîgehê û got, " Li dijî desthilatdariya ku dijminantiya her zindiyek dike û dijminantiya mirovan jî dike em çalakiya xwe ya 'Deng bide azadiyê' bidomînin û em ê bi ser kevin."   Çalakiyên "Deng  bi Azadiyê" ku ji aliyê xizmên girtiyan ve bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) li Îzmîrê hatin destpêkirin, dewam dikin. Tecrîd û binpêkirinên mafan ên li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li ber Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Bûca Kiriklarê hate protestokirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Rêxistinên Herêmî û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek xizmên girtiyan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pêşberên bi nivîsa "Ji tecrîdê re na" û "Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin" hatin hilgirtin. Pankarta "Ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê" hate vekirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.   'Berxwedana li dijî tecrîd û qeyûman dewam dike'   Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya Bajarê Îzmîrê Vezan Karabûlût ku li vir axivî, diyar kir ku li tevahiya Tirkiyeyê atmosfereke girtîgehê heye û girtiyên li girtîgehan tevî şert û mercên zahmet jî li dijî tecrîdê nerazîbûn nîşan didin. Vezan got, “Em li dijî tecrîda li derve jî li ber xwe didin. Îro li şaredariyên ku me li Kurdistanê bi dest xistine qeyûm tên tayînkirin û hevşaredaran diavêjin girtîgehan. Em jî ji bo wan nobedê digirin,"    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    Mêrsîn   Xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Kampusa Tarsusê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di hefteya 14’emîn a çalakiyê de beşdaran pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Gelek caran jî dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.   Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên li girtîgehan tavilê bên bidawîkirin. Aşan, wiha domand: “Tecrîd, welat ber bi tunebûnê ve dibe. Bi girankirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan re meseleya kurd jî tê girankirin. Destûrê nadin ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Ev îzolasyon li tu devereke cîhanê nîne. Rewşeke wisa ye ku di dîrokê de tiştekî wiha nehatiye dîtin. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin, binpêkirina qanûnên wan bi xwe ye. Heke hûn bi qanûnên vê destûra bingehîn jî nekin, wê demê dê çawa destûreke nû ya bingehîn amade bikin. Banga me ji bo îktîdarê ye; tecrîdê rakin û bila muzakere dest pê bikin. Ev yek dê ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn baştir bibe. Em careke din polîtîkayên tecrîdê şermezar dikin.”    Çalakî, bi dirûşman bi dawî bû.