Abdullah Ocalan ji bo Peymana Lozanê çi got? 2024-07-22 09:05:34       NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku derbarê Peymana Lozanê de gelek caran nirxandin kir û balkişand ser ‘Lozana Civakî’ û rojevkirina Lozanê û got Kurd û Tirk wê bi vê biserkevin.   Peymana Lozanê 101 sal li pey xwe hişt û di 20’ê Mijdara 1922’yan de li bajarê Lozan a Swîsreyê destpê kir û di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de hevdîtin encam bû. Fransa, Îtalya, Brîtanya, Japonya, Yewnanîstan, Romanya, Tirkiye û Yugoslavya tevli hevdîtinan bûn û di hevdîtina biryara parçekirina Kurdistanê hat girtin.   Di sedsala Peyman Lozanê de di serî de jinan û Gelê Kurd li her derê cîhanê komxebat, civîn, konferans pêk anîn û encam bi rayagiştî re parvekirin.   Nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdulla Ocalan yên derbarê Lozanê de ku li Îmraliyê kir, rojevîbûna xwe diparêze. Heman demê de nirxandinên wî yên ‘Lozana civakî’ û ‘Nûkirina Lozanê’ riya çareseriyê nîşan dide.”   Abdullah Ocalan di hevdîtina kanûna 2008’an de wiha gotibû: “Peymana Sevrê Îngîlîzan ferz kir. Ez ne Sevrî, Lozanî me. Dema çûn Lozanê du parlamenerên Kurd biribûn. Wan jî gotibûn em wek nûnerên Kurd û Tirk li vir in. Tiştên hewce nehatin kirin. Di alî Tirkan de Lozan hat temam kirin. Divê di alî Kurdan de jî îro bê temam kirin. Em ji vê re dibêjim temamkirina Lozana duyem an jî Lozan. Temamkirina Lozanê demokratîkbûna komarê ye.”   ‘Em dixwazin Lozana xwe nû bikin’   Abdullah Ocalan heman salê di hevdîtina 10’ê Kanûnê de daxuyakirin ku Kurd Peymana Sevrê qebûl nakin û dixwazin Lozana xwe nû bikin. Abdullah Ocalan wiha gotibû: “Feraset amin ya Mîsakî Mîlî, ferasetA Îdrîsî Bedlîsî nîne. Ez bahta têkiliya dildar dostanî ya Sûriye, Îran, Iraqê nakim. Ez ji bo afirnadina qadên ku xweserî tên parastin dikim. Pergala konfederal a ez dibêjim jî ev e. Ev bi yekitiya hemû gelan pêkane. Ez parçebûnê nabêjim."   Li ser malê gelê Kurd sekinî   Abdullah Ocalan di hevdîtina 14’ê Çileyê 2009’an a bi parêzeran de jî bal kişand ser van nokteyan: “Dema ez dibêjim divê Mîsakî Mîlî bê nûkirin, ez tevlibûna axa Iraqê an jî cihên din a ji bo Tirkiyeyê nabêjim. Mîsakî Mîlî heta niha beşek axa Iraqê heta Silêmaniyê diçû. Musul Kerkuk di 1926’an de bi mudaxaleya Îngîlîstan bi Iraqê ve girê dida. Di bin  Peymana Loznaê de îmzeya parlamenterên Kurd tuneye. Lozan di alî Kurdan de kêm maye. Divê mafê Kurdan bên nasîn.”   Demokratîkbûna Komarê   Abdullah Ocalan heman hevdîtinê de bal dikşîne ser pêşketina pergala Konfederal a Demokatîk a Rojhilata Navîn û diyar dike ku saziyên ku gelan tîne gel hev dikare bê avakirinwiha got: “Tirkiye veguhertin netew-dewletê. Li Rojhilata Navîn divê netew-dewlet bên çareserkirin. Divê komar bi demokrasiyê bê tacîdarkirin. Daxwaza me ev e.”   Abdullah Ocalan di hevdîtina 21’ê Çileyê 2009’an de  gotibû: “Projeya Mezin a Kurdistanê jî bi Sykes-Pîcot hatiye amadekirin. Her cureyê lîstikê dilîzin. Divê ji bo vê Mîsakî Mîlî bê nûkirin. Gelo ev parçekirine? Na, di feraseta çareseriya me de parçekirin tuneye. Em li dijî komarê, sînoran nînin. Banga min ji bo rzigariya komarê ji bo felsefeya rizgariyê ye.   5 rêgez   Abdullah Ocalan diyar dike ku ji bo nûkirina Lozanê divê kurd konfernas û komxebata pêk bînin û bal dikşîne ser ‘şertên 5 rêgezî’ û ev rêgez wiha ne: Rêgeza şer û aştiyê   “Şer çi tîne çi dibe, çi îfade dike? Aştî çi tîne çi dibe bi kê dide qezenckirin? Aştî çawa dikare pêk bê? Divê ev bê nirxandin û aşkerakirin.   Rêgeza yekitiyê   Kurdên Tirkiyeyê, Kurdên Iraq, Kurdên Sûriye û Îranê divê nav xwe de rewşê nîqaş bikin. Ev yekitiya navbera Kurdan e. Ev ne li dijî sînorên dewletên lê dimînin. Kurdên Tirkiyeyê rêgazên çareseriya xwe nîşaş dikin. Kurdên Iraqê yên xwe. Yên Îranê yên xwe. Lê divê têkilî û yekitiya xwe ava bikin.   Rêgeza demokratîk   Pêkanîna vê rêgezê eve; Divê astengiyên li pêş rêxistin û mafên Kurdan bên rakirin û demokratîkbûn bikeve jiyanê.   Rêgeza mafên çandî   Divê çanda Kurdan bi giştî bê nasîn û bikeve jiyanê. Divê ev rêgez derkevin holê.    Siyaseta demokatîk-şerta civakî   Dikare rêgeza siyaseta demokratîk lê bê zêdekirin. Dikare şerta civakî jî bê meşandin. Şerta rêgeza civakî, perwerde û aboriyê dikare lê bê zêdekirin.”   Abdullah Ocalan di hevdîtina 4’ê Sibata 2009’an de jî da zanîn ku divê lingê Kurdan yên Lozanê bê temakirin û Peymana Lozanê bê nûkirin, Kurd ji bo vê têbikoşin, bixebitin.   Di hevdîtina 27’ê Adara 2009’an de jî Abdulalh Ocalan da zanîn ku komar bi Lozanê hatiye avkairin û bi Komara Demokatîk jî dikare Lozana Kurdan’ bê avakirin.   Pêşniyara ‘Lozana civakî’   Abdullah Ocalan di hevdîtina 1’ê Tîrmeha 2009’an de ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan pêşniyara ‘Lozana Civakî’ kir û  got divê ji bo vê pir xebat bêmeşandin û kûrahiya wê baş bê fêmkirin, divê kurd ji bo Lozanê xwe baş amade bikin.   Di hevdîtina 17’ê Adara 2010’ande jî Abdullah Ocalan da zanîn ku wê bi nûkirina Lozanê re Kurd jî Tirk jî biserkevin.