ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-22 09:00:00     *Li WAnê dayikan der barê hevkariya PDK- AKP-MHP’ê de banga ‘destên xwe ji ser Kurdan bikşînin’ kirin. DÎMEN HEYE   * Hevşaredara Misircê Sadiye Aktîn da zanîn ku tevî hemû bê derfetiyan ji gel re hewl didin xizmetê bikin û got di pêvajoya îstîhdamê ya şaredariyê de wê 25 karkeran bigirin û di vê girtinê de jî wê pergala fermuarê pêk bînin. DÎMEN HEYE   * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku derbarê Peymana Lozanê de gelek caran nirxandin kir û balkişand ser ‘Lozana Civakî’ û rojevkirina Lozanê û got Kurd û Tirk wê bi vê biserkevin.    * Malbata  Resul Yilmaz a di karaseta şewata ku tevî wî 15 kesî jiyana xwe ji dest da , di heman demê de erdhejzedeye. Derket holê ku  mala wan hatiye hilweşandin û piştî hilweşînê biryara hilweşînê di parsela şaş de hatiye nîşandan. BI DÎMEN