Di mîhrîcanê de fikrên Abdullah Ocalan hatin niqaşkirin 2024-07-21 14:57:38     NAVENDA NÛÇEYAN -Kurdên ku beşdarî Mîhrîcan Şehîdan a Tolpuddle bûn, li ser fikrên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan panel û semîner l idar xistin û gotin: “Xwedî derketina li Abdullah Ocalan, parastina mirovahî, azadî û wekheviyê ye.”   Kurdên ku beşdarî Mîhrîcan Şehîdan a Tolpuddle bûn, li ser fikrên Rêberê Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan panel û semîner li dar xistin. Mîhrîcana Şehîdan a Tolpuddle yek ji mîhrîcanên xwedî kok a Tevgera Ked a Îngilistanê ye.   Mîhrîcan roja Îniyê li bajarokê Tolpuddle ya herêma Dorset a Îngilistanê dest pê kir û 3 rojan dewam kir. Mîhrîcan îro wê bi meşeke girseyî û mîtîngê bi dawî bibe. Mîna her sal, ji her çar aliyên cîhanê kedkar û karker tevlî mîhrîcanê bûn. Di Mîhrîcanê de muzîk hatin guhdarkirin, pirtûk hatin xwendin û folklor hate pêşandan.   Sendîkayan û rêxistinên civakî yên sivîl di mîhrîcanê de atolye lidar xistin û nîqaş meşandin.   Kon hatin vedan. Kedkaran serdana kon kirin û eleqeyeke zêde nîşanî pirtûkên Abdullah Ocalan ên têkildarî ‘konfederalîzma demokratîk’ dan.   Di mîhrîcanê de pirtûk û belavokên derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin gihandin bi sedan kesan. Nûnerên Meclîsa Gelê Kurd û Kongra Star beşdarî panel û semîneran bûn û têkildarî fikrên Abdullah Ocalan ên li ser ‘azadî’, ‘aştî’, ‘îstikrar’, ‘edalet’, ‘ekolojî’ û ‘azadîxwaziya jinê’ axaftin kirin.