Li Peyasê şerê taybet hat niqaşkirin 2024-07-21 11:36:18       AMED - Jinên ku li Peyasê hatin gel hev şerê taybet niqaş kirin.   Xebatên atolyeyên şerê taybet ên Tevgera Jinên Azad (TJA) dane destpêkirin didomin. TJA û Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya xebatên li dijî tacîz, desdirêjî, fihûş, tiryak û sîxûrkirinê hatine destpêkirin de duh li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya li navçeya Peyas a Amedê atolye li dar xist. Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî û Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Sîncar jî di nav de gelek jin tev li bûn. Jinan, bandora polîtîkayên şerê taybet û şêweyê têkoşîna li dijî van polîtîkayan nîqaş kirin.