Dê bajarê xwe bi jinan re ava bikin 2024-07-21 09:03:47   WAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku xebatên jinan bi pêkanîna Jinkart starta wê da, bi pêşniyar û daxwazan xwe amade dike plana stratejîk a 5 salan bike jiyanê.   Şaedariya Bajarê Mezin a Wanê, plana stratejîk a 5 salan ya der barê jinan de li ser daxwaz, xebatên anket û hevdîtinên tên kirin dimeşîne û amadekariyê dike. Demek nêz de wê bi tevlibûna saziyên jinan Komxebata Jinan pêk bê û plansaziya stratejîk a 5 salan bê diyarkirin.   Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Leyla Çelîk ji ajansa me re axivî.   ‘Bajarên azad û ekolojîk’   Leylayê da zanîn ku got planên wan yên stratejîk hene û derbarê jinan de jî esasa ku jin di hilberînê de cih bigirin heye û got: “Di plansaziyê de nokteya herî zêde em li ser disekinin cihgirtina jinan a di hilberînê de ye. Em dixwazin jin hilberîner bin. Em dinêrin di 8 salên dawî de jin hepsê malê hatine kirin. Dixwazin nasnameya jinê tune bikin. Lê em naxwazin ev wisa biçe. Em ê plana xwe ya stratejîk a azad û ekolojîk ava bikin. Me bi serdana saziyên jinan û saziyên civaka sivîl dest bi xebatan kir. Me pêşniyar girtin. Ji bo em bajarê xwe bi jinan re ava bikin em ê plana xwe ya stratejîk ava bikin.”   Wê komxebat pêk bê   Leylayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku di xebatên der barê jinan de ewil hewl dane ku jin çi dixwazin fêr bibin û bi xebatek anketê ev meşandine. Leylayê wiha dirêjî dayê: “Me der barê daxwazên jinan de pirs pirsî û nêrîn girtin. Demek nêz de em ê komxebatekê pêk bînin. Ev wê bi saziyên jinan re pêk bên. Em ê li ser pêşniyaran plana stratejiya 5 salan derxin.”   Xebata Jinkart   Leylayê balkişand ser xebata Jinkartê jî û wiha bi lêv kir: “Ji ber tedbîrên tasarufê qert nedabûn jinan. Lê em ê Jinkartê bidin jinên ku serî li serokatiya daîreya civakî bidin. Qe nebe wê jin di alî veguhestinê de hinek rehet bikin. Em ê xebatên kontrola tenduristiyê ji bo jinan bidin destpêkirin. Wesayîtek tenduristiyê wê navçe jî têde li hemû bajar xizmetê bide. Emê îstasyona gava ewil li hemû navçeyan ava bikin. Ji bo jinan wê perwerde û semîner jî bên dayîn.”   ‘Divê em xurtbûna xwe bi hev bidin hîskirin’   Leylayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku jin ji hev hêzê digirin û hatina gel hev a jinan gelek girînge û ev tişt bi lêv kir: “Salên dawî de jin hepsê malê hatine kirin ji civakê, ji jiyana civakî hatine durxistin. Wê şaredariya me û şaredariyên navçeyan ji bo jinan bernameyên wekê seyran, saetên çayê û he wekê din pêk bîne. Der barê hilberînê de wê xebat bê meşandin. Em ê bazara jinan ava bikin. Di vî alî de em ê pêşketinekê bi hev re bikin. Di alî ekolojîk de jî ji bo bajarên hîn xurt bên avakirin wê planên me yên stratejîk hebin.”