Bang li PDK'ê kirin: Dev ji hevkarî û xiyanetê berdin 2024-07-20 19:56:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendan êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê ku bi hevkariya PDK'ê tên kirin hatin protestokirin. Bang li PDK’ê hat kirin ku dest ji xiyanet û hevkariya ku dike berde.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Şirnexê tekildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser başurê Kurdistanê li navçeya Hezexê daxuyanî da çapemeniyê. Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên DEM Partî yên navend û navçeyan, parlemanterên DEM Partî yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez, hevşeredarên navçeyên Hezex, Cizîr, Silopiya û bajaroka Deştadarê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Girseyê pankarta bi nivîsa "Ji dagirkerî û îxanetê re na" vekirin dirûşmeyên, "Bijî Kurdistan, bimire xiyanet",  "Ji şer re na demildest aştî" berz kirin.      Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê DEM Partî yê Hezexê Adnan Bel ve hat xwendin. Adnan bi lêv kir ku desthilata AKP-MHP'ê di sala 2018'an vir ve li dijî gelê kurd polîtikayên qirkirinê didomîne û wiha got: "Tirkiye ku taşerona stratejî û polîtîkayên şer ên NATO’yê yê li Rojhilata Navîn e ev zêdeyî 30 sal in herêm veguherandiye deryaya xwînê. Ev 10 sal in serkêşiya vê taşeronê rasterast bi destê Hakan Fîdan tê kirin. Qirkirina Kurdan ku piştî Fîdan bû Wezîra Karên Derve zêdetir bû. Êrîşên dagirkerî û dagirkirinê yên li dijî Başûrê Kurdistanê astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka statuya Kurdistanê bi giştî ye."   ‘Ev xiyanete’   Adnan bertek nîşanî hevkariya PDK û Tirkiyeyê da û wiha domand: “Axa başûrê Kurdistanê ku bi bedelên mezin hatibû rizgar kirin îro ji bo berjewendiyên biçûk xira dikin. Gelê Kurdistanê, yên ku axa xwe ji dagirkeriyê re vekirine, ne weke welatparêz lê weke hevkarê dagirkeran wê bi bîr bîne. Rewşa ku PDK tê de ye xiyanet e. Banga me ji PDK'ê re ev e; Têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd tu carî yekdestdar nabe. Ev têkoşîn wê ne ji aliyê çend malbatan û ne jî siyaseta sîstemê ya sereke ve bê serdestkirin. Weke her car wê li ser esasê berjewendiyên gel û nirxên bingehîn bimeşe. Lê yên ku hewl didin vê têkoşîna bi rûmet têk bibin, xera bikin û asteng bikin, li ber edaleta dîrokê mehkûmî têkçûyinê ne."    ‘Em vê xiyanetê qebûl nakin’   Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî û diyar kir ku Tirkiye di çarçoveya armancên Misak-i Millî de êrişî başûrê Kurdistanê dike û wiha axivî: “Tirkiyeya ku êrişên xwe yên li dijî statuya Rojava didomîne di destpêka xweseriyê heta niha li dijî statûya Başûr bû jî. Lê îro yên ku xwe wek kurd û rêveberê kurdan pênasê dikin bi kesên ku dixwazin Kurdistanê dagir bikin re hevkariyê dikin. Li şûna ku ew xak ji bo kurdan bibe mal, îro bûye cihê xiyanetê. Me gelek caran banga yekitiya kurdan kir. Me bang kir ku kurd statûya xwe mayînde bikin. Lê yên ku banga me bêbersiv hiştin û li ser berjewendiyên malbatî û eşîrî fikirîn, başûrê Kurdistanê kirin navenda kuştin û şer. Divê zanibin ku dewleta tirk îro ne tenê bi dijminatiya aliyekî dike, bi armanca Misak-i Millî çav berdaye Mûsil, Kerkuk û Hewlêrê. Yên ku bi dewleta tirk re hevkariyê dikin vê rastiyê nabînin? Ma hûn ji dîrokê aqil nagrin? Em ji vir bang dikin; Em vê xiyanetê qebûl nakin. Divê li ser berjewendiyên şaxsî, malbatî û eşîrî tevnegerin, divê bi berjewendiyên netewî tevbigerin."    'Hevkariye bi dawi bıkın'    Newrozê  anî ziman ku polîtîkayên şer ên AKP’ê bandorê li ser hemû beşên civakê dike û got: “Dewleta tirk ne tenê dijminatiya kurdan dike. Bi polîtîkayên şer ên li hemberî Kurdistanê bandorê li ser sifra tirk, kurd û ereban jî dike. Sedema krîza aborî û dîplomatîk ev polîtîkayên şer in. Pêwîste hemû partiyên Kurdistanê yên li Başûr PDK jî di nav de, cihê xwe yên li dijî wan kesên ku li çiyayên Kurdistanê kurdan qetil dikin, bizanibin. Em ji vê rewşê aciz in. Em ji dewleta tirk re jî dibêjin; çareserî ne şer, aştiya demokratîk qebûlkirina statûya kurdan e. Banga me taybet ji PDK'ê re jî ev e; ev xiyaneta we nayê jibîrkirin. Dev ji vê hevkariyê berdin. Li dijî vê dagirkeriyê xiyaneta xwe bidawî bikin."     Piştî daxuyaniyê girse dest bi çalakiya rûniştinê kir û girse bi berzkirina bi dirûşmeyan belav bû.    Enqere   Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê jî li ber Şaredariya Çankaya li dijî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da. Parlamenterên DEM Partiyê Oznûr Bartin û Îbrahîm Akin, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinê nsivîl û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn.    Rêvebera DEM Partiya Enqereyê Nebahat Çalkan êrişên Tirkiyeyê şermezar kir û got: “Tirkiye dixwaze Herêma Kurdistanê dagir bike. Dixwazin bi van  êrişan destkeftiyên gelê kurd sabote bikin. Me çawa duh li dijî dagirkeriya li ser Rojava hêrsa xwe rakir, em îro jî ji bo başûrê Kurdistanê têkoşîna xwe mezin dikin û em ê destûr nedin şerê dagirkeriyê.”    Wan   Li Wanê jî bi pêşengiya TJA, DBP û DEM Partiyê xwestin li Kolana Hunerê ya navçeya Rêya Armûşê daxuyanî li dar bixin lê polîsan bi hinceta “qedexe heye” daxuyanî asteng kir. Girse kêliyek li vir sekinî û pişt re derbasî avahiya DEM Partiyê daxuyanî da. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Ji xiyanet û dagirkeriyê re na” hat vekirin.    Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê yê Navçeya Elbakê Şahîn Yagizer daxuyanî da û xwest PDK dawî li xiyaneta xwe bîne.    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Bimre xiyanet, bijî azadî” û çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    Mersîn   Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê jî li ber avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Akdenîzê daxuyanî da û êrişên Tirkiyeyê û hevkariya PDK’ê protesto kir. Gel kes tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Ji dagirkerî û xiyanetê re na” hat vekirin. Hevserokê DEM Partiya Mêrsînê Reşat Aşan daxuyanî da û xwest Tirkiye dest ji polîtîkayên şer berde û PDK jî dawî li hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re bike.