Di Komxebata Plansaziya Stratejîk a Jinan pêşxistina çareseriyê derket pêş 2024-07-20 17:44:29   WAN - Di Komxebata Plansaziya Stratejîk a Jinan ya bi pêşengiya şaredariya bajarê Mezin a WAnê pêk hatiye de jinan balkişandin ser pirsgirêkên bajar û diyar kirin ku divê di meclîsên şaredariyê de jin bibin xwedî gotin û çareseriyê pêş bixînin. Jinan diyar kir ku wê li dijî her cureyê polîtîkayên şerê taybet û tundiyê têbikoşin.   Komxebata Plana Stratejîk a Jinan ya 2025-2029’an  ji aliyê şaredariya Bajarê Mezin a WAnê ve li otelekê pêk hat û bi tevlibûna partiyên siyasî, rêxistinên civak asivîl û rêxistinên jinan didome.   ‘Guhertina zîhniyetê şert e’   Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Refîka Sonmez di komxebatê de axivî û da zanîn ku ew li her qadê nûneriya wekhev esas digirin û got divê jin di her qadê de cih bigirin, bibin xwedî gotin, tevli rêveberiyên bajar bibin, di avabûna bajar û civakî de aktîf rol bigirin. Refîkayê wiha domand: “Divê jin di plansaziya stratejîk de cih bigirin. Ev plana stratejiya 5 salan wê ji bo bajarê me hawira enerjîk a kînetîk biafirîne.    Parlamentera DEM Partiyê ya Muşê Summeye Boz Jî wiha anî ziman: “Tevgera Jinên Kurd ne ji ser pozîsyon an jî propagandayekê ku xwe heyî bike ye. Sazîbûnê armanc dike û li ser vê xebatan dimeşîne. Qadên ku jin dikarin bi awayekî hêsan xwe bigihînê ne rêveberiyên herêmî ne.  Texrîbatên qeyûm bajar bê bandor hiştiye. Ev planaziyên stratejîk wê hêzê bidin hêza jinê.   Siyasetmedar Sebahat Tuncel jî  di bin sernavê ‘Rêveberiyên herêmî û polîtîkayên jinan’ de axivî û da zanîn ku cihgirtina jinan a di siyasetê de ne hêsane û wiha anî zimang: “Gelek girînge ku em çi polîtîkayê, polîtîkaya çi dimeşînin. Pergaleke serdest ya kapîtalîzmê jî heye. Lê pergaleke m eya paradîmga azadiya jinê, ekolojîk û demokratîkbûnê diparêze heye. Rolên jinan hatin dizîn û keda wan hat tunekirin. Em feraseta serdest ya mêr red dikin. Em rêveberiyeke ku hev fêm dike, bi riya diyalogê tê meşandin esas digirin. Pergala hevserokê di civakê de hatiye qebûlkirin. Rêveberiya bajar di vê mijarê de xwedî gotin, geek girînge. Nîvê Wanê jinin. Bêyî jinan jî rêveberiyek demokratîk ne pêkane.  Me pergaleke ku divê teqez jin hebe ava kir. Hevserokatiyê di civakê de qebûl dîtiye. Em dibêjin ku jin azad nebe civak jî azad nabe.   Piştî axaftinan jinan di bin sernavê ‘der barê plana stratejîk a jinan de nîqaş û pêşniyar’ de dan û standina fikr kirin. Nîqşa hatin meşandin pirs û pêşniyar hatin kirin.    Encamnameya komxebatê wê rojên pêş de bê aşkerakirin.