Ji Xizmên Windayan banga darizandina kiryaran 2024-07-20 13:08:06     NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên ji aliyê Xizmên Windayan û ÎHD’ê ve hatin kirin de ji bo Hasan Gulunay û Mehmet Yaşar edalet hate xwestin.    Xizmên Windayan  û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi dirûşmeya “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li Amed û Êlihê kom bûn.    Amed   Çalakiya ku Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û malbatên windakiriyan her hefte bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” li dar dixin, di hefteya 806’emîn de berdewam kir. Gelek malbatên windakiriyan û endamên ÎHD’ê tev li çalakiya ku li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê hate lidar xistin bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser hate vekirin.    Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Hasan Gulunay ê di 20’ê tîrmeha 1992’yan de li Stenbolê hate windakirin, hate pirsîn. Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Firat Akdenîz çîroka Gulunay xwend.    Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    Êlih    Li Êlihê jî ÎHD û malbatên windakiriyan di hefteya 642’yemîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin bahev. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” hate vekirin de malbatên windakiriyan, parazvanên mafên mirovan, endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Êlihê, rêveberên Rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê yên Êlihê amade bûn. Di çalakiyê de aqûbeta Mehmet Yaşar ê di 31’ê tîrmeha 1993’yan de li garaja Êlih û Mîdyadê dema ji mînîbusê peya dibû hate qetilkirin hate pirsîn.    Kurê Mehmet Yaşar, Sabahattîn Yaşar çîrova bavê xwe vegot. Dû re Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Rezan Baytar jî çîroka yaşar xwend.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.