ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-20 09:00:00     *Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş, 9 salên piştî 33 Rêwiyên Xeyalê  nirxand û got, “Ev rê rêwîtiya hevgirtina bi gel û avakirina pira jiyanê ya bi hev re bû. "Em ji qetlîamê bi hêrs in, em pir bêriya hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dan dikin, di vê salvegerê de divê em qala xeyal û rêwîtiya wan bikin." DÎMEN HEYE   *Jinên taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê derbarê  îxaneta PDK`ê nêrîn û bertekên xwe bi ajansa me re parve kirin û dan diyar kirin ku îro vekirina rêya li dewleta Tirk  ya nava xaka Başûr dagirkirina başûrê  Kurdistanê bi deestê PDK`ê ye. DÎMEN HEYE   *Dayikên Aştiyê yên Geverê bertek nîşanê êrîşên li hember Başurê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re da û wiha got: “Kî di vê îxanetê de em wan tu carê ji bîr nakin. Heta mirinê wê wek îxanetkar bên dîtin.” DÎMEN HEYE   *WAN-Seroka Meclîsa DTSO'yê Nevîn Îl, di cîhana kar de li dijî sedestya mêr alternatîfên çareseriyê nirxand û got: “Ji bo em di mijara bazarê de serdest bin divê em bi yekitiya hêz û kar zîncarê ava bikin. Divê jin bi hêza xwe rêxitsinbûn, polîtîka û stratejiyên xwe ava bikin. Bi karê ku hûn dikin bawer bikin.” DÎMEN HEYE   *Nûnera SES’ê ya Qoserê Fîdan Kuzu li ser pergala germbûn-sarkirin ya Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê ku ji rojevê de nakeve axivî û da zanîn ku hevalên wê yên pirsgisrêkê tînin ziman cihê peywira wan tê guhertin û got: “Piştî vê ji Saglîk Senê îstîfa çêdibin. Ev ne tenê pirsgirêka SES’ê, ya hemû kesî ye. Ev pirsgirêkek tenduristiyê ya gel e.” DÎMEN HEYE