Ji bo 33 qurbaniyan xeleka ji mirovan hat çêkirin 2024-07-19 23:08:18   ÎZMÎR - Rêxistinên ciwanan ji bo 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê xeleka ji mirovan pêk tê çêkirin.    Rêxistinên ciwanan ên li Îzmîrê ji bo bîranîna 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn qetilkirin, li navçeya Karşiyakayê çalakiya xeleka ji mirovan pêk tê li dar xistin. Çalakvanan wêneyên qurbaniyan hildan û li kêleka hev rêz bûn. Ciwanan di çalakiyê de dirûşm berz kirin û diyar kirin ku ew ê xwedî li xeyalên qurbaniyan derkevin û nehêlin ku xeyalên wan nîvco bimîne.    Fadîme Ozdemîr li ser navê rêxistinên ciwanan axivî û diyar kir ku hevrê-qurbaniyên wan ji bo cîhanek azad derketin rê û ew ê rêwîtî, xewn û xeyalên qurbaniyên xwe bibin serî û ew ê her ala têkoşînê bilind bikin.    Di çalakiyê de navê qurbaniyan yek bi yek hat xwendin û bi dengî hat gotin “Em li vir in.”