Çîgdem Ûçar: Em destûrê nedin vî şerî 2024-07-19 18:02:32   ERZIROM - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar a li navçeya Xinûsê bertek nîşanî êrişên li dijî Herêma Kurdistanê da, wiha got: “Em destûrê nedin vî şerî.”   Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş û gelek kes tev li aktîvîteya loqmeyên aşûreyê yên li navçeya Xinûs a Erziromê hatin belavkirin bûn. Meral a di aktîvîteya li ber avahiya DEM Partiyê hate kirin de axivî, salvegera 12’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kir.    Çîgdem Ûçar jî anî ziman ku ji aliyê civaka Elewî ve di meheke girîng de ne û wiha got: “Berxwedana ji bo rastî û heqîqetê ya ku Hezretî Huseyîn û hevalên wî beriya hezaran salan li Kerbelayê li dijî zilma Yezîd pêk anî, hê jî li erdnîgariya me zindî ye. Elewî 12 rojan rojiyên xwe yên Mûharremê girtin û piştî 12 rojan jî bi belavkirina loqmeya aşûreyê hem berxwedan hem şîn û hem jî têkoşîna xwe ya hebûnê didomînin. Em jî weke partî bi vê heqîqetê siyasetê dikin.”   Çîgdem a Şoreşa Rojava pîroz kir ev tişt gotin: “Anî ziman ku di pêşengtiya jinan de beriya 12 salan îro Şoreşa Rojava pêk hat. Wê rojê ji çeteyên hov yên DAIŞ’ê ku rêbazên dermirovî bikaranîn re bersiva herî xurt hate dayîn. Divê em îradeya jiyana hevpar a li Rojava derketiye holê ji berxwedana Kerbelayê serbixwe negirtin dest. Kerbela tenê ne ji aliyê baweriya elewiyan ve ji aliyê hemû baweriyên cuda yên li vê erdnîgariyê sembola gelên mezlûm e. Ji ber vê yekê em hem ji bo şîna xwe hem jî ji bo têkoşîna xwe bikin yek li vir in.”   Çîgdem, îşaret kir ku welat bi gavên bilez ber bi şer ve tê birin û wiha domand: “Li başûrê Kurdistanê bi destê desthilata heyî tê xwestin pêvajoya şerekî nû bê destpêkirin. Em demekî dirêj in bi dagirkirinekê re rû bi rû ne. Têkoşîna ku gelê kurd li herêmê dide û destkeftiyên wan ji cîhanê re bûne model. Şûna ku Tirkiye van qebûl bike hemû gelan ber bi şer ve dibe. Em rê nedin vî şerî. Çawa ku aşûreyê em anîn cem hev divê em di dijberiya şer de jî bibin yek. Li ser vê erdnîgariyê îradeya jiyana bi hev re heye. Ez hêvî dikim ku pêşeroj bibe wesîleya pêşerojeke hevpar û aştiyê.”   Piştî axaftinan loqme hatin belavkirin.