Kombûna Jinan a Zenûbiya bi boneya salvegera şoreşê peyamek da 2024-07-18 09:54:50     NAVENDA NÛÇEYAN - Kombûna Jinan a Zenûbya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir û soza parastina destkeftiyên şoreşê û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan da.   Kombûna Jinan a Zenûbya bi wesîleya salvegera 12’yemîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê peyamek weşand.    Di peyamê de hate destnîşankirin ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya bi pêşengiya jinan şoreşa demokrasî, azadî, wekhevî û jinûve avakirinê ye û hat gotin: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê agirê azadiyê di dilê gelên herêmê de pêxist û pêşketinên girîng di civakê de çêkir. Êdî ev şoreş nemaze aliyê azadiya jinan de bûye şoreşeke dîrokî."   Di peyamê de hat diyarkirin ku bi şoreşê re jinan di hemû qadan; siyasî, aborî, civakî û leşkerî de cihê xwe girtine û bi pêkanîna pergala hevserokatiyê de bi awayekî rasteqîn herêmê bi rêve dibin.   Di peyamê de pakrewanên Berxwedana 14’ê Tîrmehê û şehîdên Şoreşa 19’ê Tîrmehê hatin bibîranîn û soza parastina destkeftiyên şoreşê hate dayîn. Di dawiyê de jî hate gotin: "Armanca me rizgarkirina rêberê mirovahiyê Rêber Apo ji girîgeha Îmraliyê ye û naskirina rêveberiya me ya xweser ji aliyê cîhan ve be."