Derbarê qedexeya kurtaja fiîlî de pêşniyarpirs 2024-07-17 14:07:27     ENQERE - Parlementera DEM’ê Adalet Kaya, diyar kir ku li nexweşxaneyên Amedê kurtaj bi fîîlî hatiye qedexekirin û ev rewş xist rojeva Meclîsê.   Parlementera Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Adalet Kaya, diyar kir ku li nexweşxaneyên Amedê kurtaj bi fîîlî hatiye qedexekirin û pêşniyazpirsek da Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglu.   Di pêşniyazê de hat diyarkirin ku ji 11 nexweşxaneyên giştî li 9 nexweşxaneyan kurtaj qedexe ye û li 2 nexweşxaneyan jî ger zewicî be û ducanî bibe xetereya tenduristiyê, bi destûra bav kurtaj tê kirin. Di pêşniyazê de hat destnîşankirin ku li ser pirsa der barê pêvajoya kurtajê de sekreter wiha bersiv dide: “Bijîjkê me wê guneh dibîne û berpirsyariyeke wiha negire ser xwe.”   Di pêşniyazê de ev pirs hebûn:   “*Çima li ser daxwazê kurtaj li nexweşxaneyên giştî nayê kirin?   *Wezareta we ji bo ku kurtaja bijarte neyê kirin telîmat daye?   *Di nava 5 salên dawî de li hemû nexweşxaneyên Amedê bi salane di nava dema qanûnî de çend serlêdanên kurtajê hatin kirin? Ji van serlêdanan çend hatin qebûlkirin?”